
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji kanala televîzyonê ya Kurdan Nûçe TV ya ku cezayê wê ya rawestandina weşanê ya du mehan bi dawî bû re axivî. Demîrtaş di bernameya Nûçe Aktuelê de axivî û bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên derbarê parlementerên Kurd de. Demîrtaş bi bîr xist ku fezleke hema ji ber xwe ve nehatine rojevê û destnîşan kir ku têkiliya xwe bi pêşketinên siyasî re heye. Demîrtaş diyar kir ku Erdogan dixwaze cihê xwe yê “yek zilam” biparêze û bal kişand ku li hemberî Kurdên li Rojhilata Navîn polîtîkayeke nijadperest û neteweperest dimeşîne.
Demîrtaş wiha axivî: “Bandora hêza tevgera gelê Kurd êdî li seranserê Rojhilata Navîn belav bûye, sînorê kapasîteya diyarkirina siyasetê wê êdî ji sînorên Tirkiyeyê derketiye. Bi hukûmeta AKP’ê xwestin tevgera gelê Kurd bixin bin kontrola xwe û tasfiye bikin. Gelek rêbaz ceribandin, operasyonên siyasî, leşkerî polîtîkayên tecrîdê, şerê psîkolojîk, girtinên di asta navneteweyî de, desteka sîxûrî û çapemeniyê, lê dîsa jî hukûmeta AKP’ê bi ser neket. Îro li Rojhilata Navîn tu kesê ku tevgera gelê Kurd hesab neke nikare gavek jî biavêje.”
Demîrta destnîşan kir ku zehmet e ku hişmendiya Tayyip Erdogan vebijarka yekemîn hilbijêre û wiha got: “Tayyip Erdogan siyaseta xwe li ser Tirkperestiyê diyar dike. Ev êdî ne hesabek ê dengan(ray) ne.” Hevserokê BDP’ê destnîşan kir ku eleqeya meseleya destnedanê bi tecrîda li ser Ocalan û operasyonênleşkerî re heye.
Nêzîkatiya Erdogan
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ku ger mafê destnedanê were rakirin pêvajoya sala 1994’ê dubare nabe û got: “Ger Erdogan di vê siyasetê de berdewam bike, dê bi awayeke fermî nîşan bide ku ew tu carî rêzdarî ji vîna gelê Kurd re nagire. Kurd teqez weke salên 1990’an nabêjin ka em careke din şensê xwe yê li Parlamentoyê biceribînin. Şert û mercên salên 90’an guherîne. Em bi vî awayî li vê meseleyê dinêrin. Di vê demê de Rojhilata Navîn ewqas dikele, gelê Kurd ewqas firsendên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bi dest xistiye, ger di demeke wiha de hinek rabin û Kurd tune bihesibînin, wê demê dê gelê Kurd ji bo vê yekê nirxandineke din bike.” Demîrtaş destnîşan kir ku divê ji her kesê zêdetir aliyên demokrat ên Tirkiyeyê li dijî rakirina mafê destnedanê yê parlementerên BDP’ê derbikevin.
Demîrtaş bi bîr xist ku di nava AKP’ê de derbarê mijara destnedanê de nêrînên cûda hene û ev bang li wan aliyên di nava AKP’ê de kir: “Ev kar ne ewqas hêsan e. AKP nikare di nava xwe de weke blokekê tevbigere. Her kes wek hev nafikirin. Li Çaknayayê (koçka serokomartiyê), Parlemento, komên Meclîsan, Cemeet, Cemeetên destekê didin AKP’ê heman tiştê nafikirin. Divê evane dengê xwe bilind bikin. Ev ne şerê BDP û AKP’ê ye. Divê nîqaşeke dîrokî bê kirin.”
Emê bi hev re biryarê bidin
Demirtaş diyar kir ku dema ku desnedana parlamenterên BDP’ê rabe bertekên xwe jî aşkera kir. Demîrtaş dazanîn ku têkoşîna ku li parlamentoyê tê meşandin ew destxistiyên gelin lê belê ne hertişeke û wiha got: “ Li gel hemû israrkirina me ger ku dewleta tirk li parlamentoyê nûnerên Kurdan biryara dexistinê bide wê demê dê gelê Kurd jî biçe vê yekê binirxîne. Ev yek ferzkirineke. Ger ku bêjin ‘ Dê parlamento ya pêwîst bike’ wê demê dê hertişt bê guhertin. Emê kumê xwe bi guherînin. Ger ku hinek parlamenterên BDP’ê bên girtin û bikevin rewşa nekarin parlamenteriyê bikin ev yek dê ji bona me şikestinek be. Emê li hemberî vê rewşê bi hevre tevbigerîn. Di rewşek wiha de emê li gel KCD û HDK hevpar binirxîn in. Dê civînên gel pêkbên ka gel derbarê vê mijarê de çi dibêje. Ger ku nêzîkatî ev be gelê Kurd jî dê biryarya qedera xwe bide û belkî bê noqteya ku bang li raya giştî ya navneteweyî û raya giştiya Tirkiyeyê bêkirin.”
Parlemento ne hertişte
Demîrtaş wiha berdewam kir: “Kes nikarê herka dîrokê rawestîne. Tevgerên Kurd bi parlementeran ne afirîrin û bi tinebûna parlamenteran jî ji holê ranabin. Ev tevgereke şerê psîkolojîk e. Tevgera Kurd di bin vê yekê de namîne. Yên vî şerî dimeşînin wê di bin de bimînin. Belê cîhgirtina di parlementoyê de destkeftiyeke gel e, lê belê parlamenterî ne her tişt e. Heger derî li ser gelê Kurd werin girtin divê werê zanîn ku gelê Kurd jî ne bê alternatîf e. Ne bê çare ye. Gelê Kurd kolan bi kolan, qad bi qad, meydan bi meydan li ber xwe da û ev destkeftî afirandin. AKP parlemento ne xistiye cihê çareseriyê. Em bi israr wê derê nîşan didin. Lê heger çareserî tune be, bi israr ne çareserî lê tasfiye were ferz kirin, ji bo gelê Kurd derfeta dîrokî ji derst birevîne bi salan were mijûl kirin wê demê emê di pozîsyoneke ku riya gelê Kurd bigire de nemînin.”
ANF/BRUKSEL