Di hemû çalakî û organîzeyên di çarçoveya Mîhrîcana Evvel Temmûz ku li navçeya Samandag a Hatayê wekî "Cejna bereketê" tê lidarxistin vediguhere şermezarkirina mudaxaleya Rojhilata Navîn û polîtîkayên Sûriyeyê yên Tirkiyeyê. Di çarçoveya mîhrîcanê de panela bi navê "Rojhilata Navîn û Sûriye" bi beşdariya nivîskar Faîk Bûlût û nivîskar Nûray Mert hate lidarxistin. Di panela ku li Salona Ahmet Kaya hate lidarxistin de Faîk Bûlût axivî û da zanîn ku destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê Tirkiye gelek aciz dike û wiha got: " "Di rejîma Suriyê de wekî hemû dewletên erep rizandinek heye, xereç heye û hin kesên ji emperyalîzmê bi bandor bûne hene. Li Sûriye 59 rêxistin hene, hinek wan derveyî welat in. Mûxalefeta Sûriyeyê belawela ye. Ji bilî wê mûxalefeta Kurd e. Ew jî naxwazin mûdaxaleyekî li hemberî herêmên wekî Efrîn, Qamişlo, Dêrik ên xwe bibe. Dixwazin pirsgirêk bi riyên demokratîk, di nava xwe de çareser bibe."
Bûlût anî ziman ku Tirkiye di mûdaxaleya Rojhilata Navîn ne ser bi xwe ye û wiha axivî: " Kurd li Sûriyeyê ber bi statuyekî diçin. Ji ber valahiyê dadgehên xwe, dibistanên xwe ava kirine. Li hemberî vê Tirkiye hin Kurdên Sûriyeyê wekî 'mîlîsên Esad' nîşan dide û propagandaya reş dimeşîne, her wiha ji aliyê çapemeniyê ala komaleyekî wekî alên PKK'ê hate nîşandan û rayagiştî xwestin bînin xeleyanê."
Piştî Bûlût nivîskar Nûray Mert axivî û da zanîn ku hêrsa Tirkiye ya li hemberî Sûriyeyê ji ber destkeftiyên Kurdan e û wiha got: " Îro li Tirkiyeyê ne tenê AKPê hemû aktorên siyasî rola Osmaniyê dilîzin. Tirsek tenê ya Tirkiyeyê heye ew jî Kurd li Sûriyeyê xwedî statuyek bibin. Lê mudaxale bibe jî ne be jî dê Kurd li Sûriyeyê xwedî statuyek bibin. Ji ber vê yekê alîkariya çek ku Tirkiye daye mûxalîfên li Sûriyeyê di rojnameyekî bi navê Newyork Times hate weşandin. Ev yek ji aliyê DYA ku dostê Tirkiyeyê ye, hatiye eşkerekirin." Mert, CHP ji ber polîtîkaya wê ya derbarî Sûriyeyê û pirsgirêka Kurd rexne kir. Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû. Di çarçoveya çalakiyên mîhrîcanê de konserek hate lidarxistin. Di konserê de Koma Senkop, Koroya Gel a Şaredariya Samandagê stranên Erebî û Ermenî vegotin. Her wiha koma şanoyê ya bi navê Farfûr jî derket ser dikê û bi skeçên Erebî gel kenand. Herî dawî hunermend Selda Bagça derket ser dikê û stranên xwe bi beşdaran par ve kir.
DÎHA/HATAY