'Erdogan ne ji dil e'
Ozsoy, da zanîn ku Serokwezîr li aliyeyekî rûyê xwe yê xweş nîşanî Kurdan dide, lê li aliyê din daxwazên wan bi cih nîne û li hemberî daxwazên wan astengiyên mezin derdixe. Ozsoy, bilêv kir ku Erdogan li hemberî Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu gavên taktîk dimeşîne û nakokiyên nava CHP'ê kûr dike. Ozsoy, da zanîn ku nêzîkatiya Erdogan û mijara elewiyan wekî pisîk û mişk e û ji xwe re bi wan dilîze. Ozsoy, bilêv kir ku Serokwezîr Erdogan li aliyekî ji elewiyan lêborîna xwe dixwaz, lê li aliyê din li ermeniyan dixe û wiha got: "Ez lêborînek ji dil û bi rûmet di Erdogan de nabînim. Yê yekem car komkujiya Dêrsimê bi awayekî xurt xist rojeva Tirkiyeyê Onur Oymen e. Bê guman niyeta wî ne ronîkirina dîrokê bû. Erdogan û Oymen ji dervê nêta xwe tev geriyan.
'Bi tenê lêborînê nabe’
Prof. Ozsoy, destnîşan kir ku dîtina windayan gelek girînge û wiha berdewam kir: "Cihê gorên hemû windayan bê ditin jî têr nake. Ji bo 80 sal êşa Kurd û elewiyan birîn bibe divê mînakê cîhanê li ber çavan bigirin. Li Afrîkaya Başûr Komîsyona Lêgerîna Heqîqet û Edaletê hate avakirin. Lêborîn xwest. Lê hêj welatiyên reşik di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn. Ji sedî 60'ê gel ava vexwarinê jî bi dest naxin. Bi vî rengî lêborîn nabe. Divê ji dil tev bigerin û hemû daxwaz bi cih bên. Divê elewi karibin azad îbadeta xwe bikin û cemxane bi fermî bên vekirin." Prof. Ozsoy, bilêv kir ku pir giring e gorên Seyit Riza û Şêx Seyît bê dîtin û wiha berdewam kir: "Ne pêkan e zarokên Dêrsimê yên keç ku hatin windakirin tazmîn bikin. Ne pêkan e êş bên tazmînkirin. Divê bûyerên Dêrsimên yên berê dubare nebin.
Prof. Dr. Ozsoy, bilev kir ku mijara goran pir pir girîng e û divê teqez gorên Kurdan ên winda bên dîtin. Ozsoy, da zanin ku ji sala 1925'an û heta niha di nava dewleta Tirk û Kurdan de pevçûnek heye û dewleta Tirk naxwaze Kurd li ser axa xwe şopa xwe û dîroka xwe bihêlin. Ozsoy. bal kişand ser wate û girîngiya goran û wiha axivî: "Gor şop û kok e. Ji bo şopa neteweyekî di rûpelên dirokê de bimîne girêdana wî ya bi axê re qut nebe, divê gorên wan diyar bin. Ji bo dewlet dixwaze Kurdan bê kok û bê şop bihêle, gorên wan winda dike. Bi windakirina gorên wan şopa wan a li ser dîrokê jî winda dike. Ev polîtîkaya dewlete ya li ser Kurdistanê ye. Dewlet dixwaze bi vê polîtikayê serdestiyê li ser Kurdan bike. Ev pêkanînek Jakoben/nijadperest e.
'Gorên zarokên Kurd nediyar in'
Prof. Dr. Ozsoy, bal kişand ser gorên zarokên Kurdan ên tên kuştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ciwanên Kurd ên di salên dawî de tên kuştin cesedê wan tên windakirin. Davêjin çeman û bi komî defin dikin. Daven bin bîr û newalan. Divê pirsa "Gelo neteweyekî bixwaze aştiyê pêk bîne dikare bi miryan re aştiyê pêk bîne? Gelo li ser ew qas gor aştî çawa tê avakirin?"
MURAT SELENOÐLU - DÎHA/STENBOL