Kovara "Kurt Tarîhî" du mehan carekê bi Tirkî weşanê dike. Kovarê hejmara xwe ya pûşper-tîrmehê gihand ber destên xwendevanên xwe. Kovara ku hejmara 13'yan derxist, bi vê hejmara xwe ket sala xwe ya 3'yan. Kovarê di vê hejmarê de jî nivîsên balkêş weşandine. Meseleya "Kurdê Sadiq" û "Kurdê Wehşî" ya ku Osmanî bi vî awayî li wan dinêrî derketiya berge kovarê. Yavuz Aykan li ser meseleyê nivîsiye.
Nihat Gultekîn li ser Radyoya Erîwanê bi sernavê "Çîrokê hişyarbûneke, Radyoya Erîwanê" pêşkêş kiriye û ketiye nav kîteyên pêvajoya radyoyê.
Di dîroka Osmanî de Ebu Suud Efendî (jiyan salên 1491-1574) xwedî cihek balkêş e. Wî bi ser 20'î re berhem weşadine û her wiha wekî "Şeyhul îslam" hatiye binavkirin. Lêkolîneran di dîroka Osmanî de ew wekî Tirk dane nasîn lê kovarê di nivîsa bi sernavê "Ebu Suud Efendî û koka wî" weşandiye de îdîa kiriye ku ew Kurd e. Kovarê di vî warî de nivîsa Mûrad Celalî bi wergera Janda Serfiraz ku ji Kurdî wergerandiye Tirkî weşandiye.
Evrim Karakaş jî "Bîranînên Dêrsimê yên Sadî Beg" nivîsandiye û dilopeke din xistiye nava gotinên li ser Dêrsimê heta niha hatine gotin. Suleyman Şanli ji gernameyên gerokên serdema navîn ev lêkolîna xwe bi sernavê "Di çavkaniyên serdema navîn a klasîk de Kurdên cihû" weşandiye.
Kovara navdar The Timesê di sala 1906'an de bi sernavê "Têkçûna Bedirxaniyan" nivîseke nivîsandibû. Ahmet Kardam bi ser vê nivîsê re bal kişandiye ser wê serdemê û sedemên têkçûna Bedirxaniyan aniye ziman ku ev nivîs yek ji nivîsên balkêştirîn a kovarê ye.
Mesûd Serfiraz e li ser nexşeyên Kurdistanê yên kevn gotarek nivîsiye. Sedat Ulugana jî "Medreseyên Kurdên Konyayê û serdanên Seîdê Kurdî yên li Konyayê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
STENBOL