
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di şahiya ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê hatibû lidarxistin de axivî û diyar kir ku di encama têkoşîna bi salan tê meşandin li Rojava desteftî hatin bi dest xistin û gelê Rojava silav kir. Turk, anî ziman ku bila hemû kes bizanibe ku dê 4 perçeyên Kurdistanê bibe yek.
Rêxistina BDP'ê ya Qoserê bi dirûşmeya "Pêşeroja me ya azad, bi Rêbertiya azad pêkan e" li Bajaroka Dirbesiyê şahiyek li dar xist. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlementerê BDP'ê ya Agiriyê Halîl Aksoy, Endamê Meclîsa BDP'ê Mehmet Demîr, rêvebirên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredarên navçe û bajarokan û bi hezaran welatî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Bê serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin avêtin û li ser dîwaran alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û panqartên wekî "Em şoreşa Rojava silav dikin", "Pêşeroja me ya azad, bi Rêbertiya azad pêkan e", "Sînorên ji dilê xwe me rakir ji navbera axan jî em ê rakin" hatin daliqandin.
'Ez Kurdên Rojava silav dikim'
Di şahî de ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku di encama têkoşîna ku gelê Kurd bi salane dide, li Rojava destkeftî hatine bi dest xistin. Turk silavên xwe ji Qamişlo, Amûdê, Efrîn, Dêrika Hemko, Kobani û hemû bajar, navçe, bajarok û gundên Kurdan şand û wiha got: "Bila hemû kes baş bizanibe ku dê 4 perçeyên Kurdistanê bibe yek. Kurdên Rojava bi têkoşîna xwe ya rêxistinî gihaştin azadiya xwe. Birayên me yên azad gihaştin sînorê Dirbesiyê. Dengê azadiyê sînoran derbas dike û li hemû axa Kurdistanê deng vedide." Turk, bilêv kir ku Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê dê bibe hêviya gelên din ên rojhilata navîn û destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadî û rumeta xwe têkoşînek ku berdêlên wê pir giran e dimeşîne û bi vê têkoşînê riya serxwebûna gelên rojhilata navîn vekiriye.
'Siyaseta Erdogan siyaseta zilimkaran e'
Turk siyaseta Serokwezîr Erdogan wekî siyaseta zilimkaran bi nav kir û wiha axivî: "Erdogan li hemberî her bûyerên ku li Sûriyeyê pêk tê Esad bi zilimkariyê sûcdar dike. Lê dema mijar dibe Kurd, siyaseteke durû dimeşîne û zextan dike." Turk, bibîr xist ku zêdetirê salekê ye li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd tê meşandin û wiha got: " Ev tecrîd ne mirovî ne jî exlaqî ye. Ev tecrîd faşîzm û zilma herî mezin a cîhanê ye. Em ê teqez vê tecrîdê rakin."
Piştî axaftinan xwepêşandina fîşekên hewayî hate kirin. Piştî wê hunermendên girêdayê MKM'ê derketin ser dikê û stranên xwe bi beşdaran parve kir. Herî dawî Hozan Comert derket ser dikê.
DÎHA/MÊRDÎN
‘Har û dîn dibin’
Rêxistina BDP'ê ya Êlihê bi armanca pîrozkirin û silavkirina xweseriya Kurdên Rojava li Perqa Şerzan Kûrt şahiyek li dar xist. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê BDP'ê Amedê Nûrsel Aydogan, Endama Lijneya Kordînasyona KCD'ê û Parlementera Êlihê Ayla Akat, Seroka BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat, rêvebirên rêxistinên bajar û navçeyên BDP'ê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi hezaran welatî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiya ku alên kesk û sor û zer hatin hilgirtin, bê navber dirûşmê ya "Şehîd namirin" hate berzkirin. Selahattîn Demîrtaş di şahiyê de axivî û diyar kir ku ji ber mirinên li ser sînor muzîka ku di bernameya şahiyê de hebû betal kirine.
'Ye ku Derketin kolanan em bûn'
Demîrtaş, anî ziman ku ê aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê têdikowin ewin û wiha got: "Serokwezîr Erdogan û hikûmeta wî bi şer xwe xwedî dike. Em nikarin biryar bidin bê kî guhenkar e an kî ne gunehkar e. Ew xwedî dizane. Lê em bawerin ku Erdogan û AKP şer dixwazin. Berpirsiyara kuştinên zêde dibin jî AKP û Erdogan e. Ji ber vê yekê divê Erdogan û hikûmeta xwe hesabê van kuştinan bide. Ger we hurmet nîşan vîna gelê Kurd bida, we dê daxwazên Brêz Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk li ber çavan bigirtana. Lê ji ber ku we daxwaza vîna gelê Kurd, daxwaza Brêz Ocalan û hewldana dayikên aştiyê li ber çavan gerit niha şer û pevçûn didome. Xwin dirije û ciwan tên kuştin. Ji bo gerîlla, leşker, zarok û tu mirov neyên kuştin em derketin kolana û çiyan. Me xwe kir mertalên zindî. Lê em ji aliyê leşker û polisan ve rastî neheqiyan hatin. Qasitên Aştiyê hatin girtin û hatin cezakirin. Lê bêyî eyb û şerm wekî ku me aştî nexwestibe dibêjin Kurd şer dixwazin. Wekî ku BDP şer dixwaze tev digere."
'Zerara muzekereyan li kê ye?'
Demîrtaş, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin salek derbas kir û xwest bi lezgîn ev tecrîd bi dawî bibe. Demîrtaş, bal kişand ser pêvajoya Oslo û Îmrali û wiha got: "Divê teqez muzakere û diyalog ji nûve dest pê bike. Heta niha ka zerara diyalog û muzakereyan gihiştiye kê? Ger ku ev muzakere û diyalg rê li pêşiya kuştinê bigire wê pêşketinek be. Lê tiştê ku ew dixwazin teslîmiyet e. Em teslimiyetê dixwazin em aştî û çareseriya demokratîk dixwazin. Hûn zimanê me, nasnameya me, çanda me û hemû rengê me înkar dikin. Zarokên me davejin zindane. Êrîşî nirxên gelê me dikin. Zilmê dikin. Demîrtaş, bilêv kir ku tehamula hikûmeta AKP'ê ya li hemberî serkeftina Kurdên Rojava tune û ji ber vê yekê har dibin Êrîşî nirxên Kurdan dikin. Demirtaş, anî ziman ku ew bi destkeftiyên Kurdên Rojava pir kefxweşin. Em rûmetê ji destkeftiyên Kurdan digirin. Em bi azadiya Kurdistana Rojava bi rûmet in. Bê guman dê rejîma fasît a Esad jî tek biçe. Ger ku welatên ereb 10 welata ava bikin dê Erdogan ji bo hemûyan li çepikan bixe, lê Kurdek mafê xwe bixwaze dê êrîş bikin. Komkujiya Dêrsimê Zilan Agirî, Şêx Seîd, li ber çavan e. Êrîşî hemû nirxên Kurdan dikin. Demîrtaş, xwest êdî her kes li hemberî şer rawestin û hem dayikên Kurd û hem jî dayikên Tirk li hemberî şer derkevin. Demîrtaş, bang li Tirkên ku ciwane zanîngehê Şerzan Kurt kuştin kir û wiha got: "Ez li parka Şerzan Kurd ê ciwanê Êlihî yê leheng ku bi destê we hate kuştin bang li we dikim. Ev şer ji ber ku we dengê xwe daye şerxwaz AKP'ê didome. Em bang li dayik û bavên leşkeran jî dikin û dixwazin destê xwe bidin dayikên Kurd ên aştîxaz. Çawa ku dayikên Kurdan li hemberî şer derdikevin em dixwazin dayikên Tirkan jî li hemberî şer derkevin û destê aştiyê dirêjî me bikin. Zarokên we li Colemêrgê tên kuştin navê wan jî nayên aşekerekirin. Ev şerê qirêj ji we tê veşartin. Kurd li her derê rastî lincê tên. Rastî êrîşê tên."
Demîrtaş, anî ziman ku ji bo ev polîtîkayên AKP'ê yên mijokar, nijadperest, şerxwaz bi dawî bibe divê berî her tiştî gel hêza xwe ji pişt wî bikişîne û dengê xwe nede wan.
DÎHA/ÊLIH