Berwarî: Kurdistan tê dagirkirin
Endamê Komîteya Li Dijî Dagirkerîya Kurdistan Kamuran Berwarî jî têkildarî mijare de piştgiriya xwe anî ziman û xwest Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek û têbikoşin. Berwarî, da zanîn ku hej jî li Herêma Federal ya Kurdistan bingêhen dewleta tirk hene û wiha axifî. “Em dibînin Başûrê Kurdistan ji 1992’an heta niha tê dagirkirin. He ji bargêgehen dewleta tirk li Hewlêr, Silemanîye, Dihok , Musil û Kerkûk henin. Li dijî wan baregehan civanan gavek erênî avêt û kampanyayek da destpekirin. Ev kampanya ji bo gelê Kurd pir giring e. Bi reya aborî û çandî jî bi deste bazirganiya dewleta tirk tê dagirkirin. Divê peywendîyen Başûrê Kurdistan û dewleta tirk hebin. Lê ev peywendî lazime dualî be. Em bang li hemû gele Kurd dikin ku piştgirî bidin kampanya û ji bo derxistina barêgeha dewleta tirk bikevin nava liv û tevgêre”
Sînemakar Vîyan Mayî jî diyar kir ku ev kampanya gaveke ji bo rizgarkirina gele Kurd girîng e û wiha got, “Em ji bo hewldana civanan pir keyfxweşin. Civanên me dagirkeriyê qabûl nakin. Bi rexistinen xwe bi rebazên sivîl hewl didin ku dagirkirina Kurdistan bi davî bikin. Ev gavek êrenî û pîroz e. Em piştgiriyê didin berxwedana civanan.”
Revebirê Kampanya ye Îmzaye ya li Dijî Dagirkirina Kurdistan Pêywend Kurdî jî anî ziman ku di çarçoveya kampanyaye de ji 100 hezarî zedetir îmze hatîye komkirin. Kurdî, daxuyand ku li Dihokê jî rexistinen Herêma Federal ya Kurdistan bûne yek deng û piştgirîya xwe diyarkirine.
HEWLÊR