
'Divê kurd li ler derê li dijî vê yekê derkevin'
Mehmud, anî ziman ku di komcivîna 16'ê mijdara 2010'an a li Hollandayê de bi karanîna van çekan li gor berjewendiyên nav netewî wekî sûc hate dîtin û wiha got: "Şewitandina cenazeyan û kûştina girtiyên şer li gor dostura cenewre jî sûc e. Ji ber vê yekê ev hovitiya Tirkiye li hemberî gêrîlayên PKK’ê pêk tîne nayê qebûlkirin û sûcê mirovahiyê ye. Divê hemû kurdên ku li cîhanê dijîn li hemberî vê yekê rabin ser piyan û betekên xwe bînin ziman. Pêwiste ku rêxistinên OPCW û ICC li hemberî vê yekê têkeve nava hewldanan." Mehmud, bilêv kir ku Tirkiye zagonên xwe û peymanên xwe binpê dike û tiştê li welatê xwe dike ji bo welatekî din qebûl nake. Mahmut, destnîşan kir ku ji ber berjewendiyên dewletên ev peyman îmze kirine berjewendiyên wan li cem hev hene dengê xwe nakin û xwest gelê kurd li hemberî vê yekê zarokê li dewletên din bike.
DÎHA/HEWLÊR