Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ji ber rayeya ji polîsan re hatiye dayîn par 29 kes hatine qetilkirin, îsal jî hejmara kesên hatine qetilkirin derket 57'an. Di raporan de hat destnîşankirin ku wekî li Roboskiyê pêk hatî gelek caran polîs bê yek mirovan hişyar bikin qetil dikin. Serokê Giştî yê Hiqûqnasên Hemdem Selçuk Kozagaçli sedemê bi rehetî leşker û polîs çek bikaranînê ji ajansa me ya nûçeyan DÎHA'yê re nirxand. Kozagaçli diyar kir ku divê di qanûnan de sînorê bikar anîna çekan bi awayeke zelal bê diyarkirin. Kozagaçli anî ziman ku di sala 2005'an de rayeya dikarin hedef nîşan bidin û gulle reşînin dane polîs û leşkeran.
'Teşwîqî gullereşandinê dikin'
Kozagaçli anî ziman ku ji bo polîs û leşker pêşiya sûcê bigire divê hişyariya "raweste" bike û ji bo vê hişyariyê jî divê kes an jî kesên pêşberî wan gûmanbar bin. Kozagaçli got; "Heke kesê ku hişyariya "raweste" guhdar nake divê bê şopandin. Beriya her tiştî çima ew kes nerawestiya divê bê fêmkirin. Ev erkek ya polîs û leşkeran e. Lê riya hêsan hildibijêrin û gulle direşînin. Yanî qanûna heyî ji bo polîs û leşker gulle berdin teşwîq dike. Ev yek jî me ber bi tabloya reş ve dibe.
'Divê çek nedin hemû hêzên ewlehiyê'
Kozagaçli bibîr xist ku li Antalyayê li şûna ku hişyariya "rawest e" bide polîs gulle li Çagdaş Gemîk hat qetilkirin û wiha axivî: "Divê raye nedin hemû hêzên ewlehiyê. Divê wekî pergala Anglo Sakson piraniya polîsan bê çek bin. Ji bo xebatên çekdarî divê yekîneyeke cuda bê erkdarkirin. Ev yek jî ancak bi perwerdehiyeke derûnî divê pêk bê."
'Bajarên Kurdan di bin xetereyê de ne'
Kozagaçli anî ziman ku bajarê Kurdan di bin xetereya gullebaranê de ne û got; "Em li bajarên Kurdan vê dijîn. Gelek pirsgirêk hene. Em dibînin ku hêzên ewlehiyê li metropolan jî li cihên ku Kurd lê dijîn bi awayeke bê hempa êrîş dikin. Tevî ku ew polîs li rojava gulle nareşîne li bajarên Kurdan gulle direşîne. Li herêmê li hemberî civîn yan jî xwepêşendanekê gulle tên barandin. Waliyê Edeneyê got; 'yên keviran diavêjin we bi çekê bibersivînin. Li hemberî molotofan çek tê bikar anîn." Kozagaçli destnîşan kir ku heke bi vî rengî biçe dê kuştinên girseyî zêdetir bibin.
MUSTAFA EMRAH SUER - DÎHA / ENQERE