Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê û Endamê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, êrîşên li rojavayê Kurdistanê di bernameyeke taybet a Ronahî TV de nirxand. Karayilan bi bîranîna 50 şervanên YPG'ê yên di êrîşên 18 rojan ên çeteyan de jiyana xwe ji dest dan û siyasetmedarê Kurd Îsa Huso yê di encama sûîkastê de jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Divê her kes bizanibe; di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehadet têkoşîna azadiyê qels nake, berovajî xurt dike.”
Karayilan şervanên YPG'ê yên di berxwedana li dijî êrîşan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir ku têkoşîna wan dê bibe bingeha azadiya gelê Kurd. Karayilan di axaftina xwe de bibîr xist ku gelê Kurd ê li rojavayê Kurdistanê ji mêj ve di bin zext û zilmê de dijîn û anî ziman ku li dijî vê zilmê rabûye ser piyan, bi siyaseteke rast rêya 3’yemîn hilbijartiye û ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşe.
Karayilan da xuyakirin ku li pişt êrîşan planeke kûr heye û hin hêz li pişt hene ku çeteyan teşwîq dikin û hebûna Kurdan a li Rojava qebûl nakin. Karayilan bal kişand ser sûîkasta li Îsa Huso û anî ziman ku tevî Tirkiye gelek hêz li pişt vê komkujiyê heye û xwest, her kes çarçoveya van êrîşan bibîne.
Karayilan ragihand ku hêzên çete yên El Qaîdeyê li gelek deveran kom dibin û li dijî Kurdan şer dikin, lê gelek ji van nizanin li hemberî kê şer dikin û da zanîn ku hêzên naxwazin Kurd bibin îrade, li pişt van êrîşan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîş û komkujî bi kêrî kesî nayê. Divê El Qaîde, El Nusra, Iraq El Şam û rêxistinên din vê baş bizanibin; divê bizanibin ku ew êrîşî Kurdan dikin û dê tu encamê negirin. Ji ber ku Kurd têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin. Êrîşa li têkoşîna azadiyê ya gelan, cihê xwe di îslamiyetê de tuneye. Divê vê rastiyê bibînin. Ez bang li herdu aliyan dikim. Vî şerî rawestînin. Pirsgirêkên navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Şerê heyî yê li Sûriyeyê zerarê dide hemû gelan."
Fermandarên mezin Brahîmê Zer û Apê Hus
Endamê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kadîr Çelîk ê di 2'ê tebaxa îsal de jiyana xwe ji dest da û Fermandarê gerîla Ramazan Toptaş (Brahîmê Zer) ê di 2'ê tebaxa sala 2006'an de jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Karayilan diyar kir ku roja 2'ê tebaxê xeleka şehadetên mezin lê çê bûye ye û yek ji van xelekan Fermandarê mezin ê gerîla Brahîmê Zer (Ramazan Toptaş) e. Karayilan ji bo Toptaş ev nirxandin kir: “2'ê tebaxê roja şehadeta hevalê Brahîm e. Hevalê Brahîm bi salan li çiyayên Kurdistanê şer kir. Û di 2'ê tebaxa sala 2006'an de bi destê xayinan şehîd ket. Hevalê Huseyîn jî dema di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de pêngaveke mezin dikir, şehîd ket.” Karayilan her du fermandarên gerîla bibîr anî.
Karayilan diyar kir ku windahiya Kadîr Çelîk ji bo Tevgera Azadiyê û gelê Kurd windahiyeke mezin e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Beşdariya wî xwedî biryar û bi hêz bû, her tim li refên pêş bû. Wekî fedayiyekî Apoyî, fermandarekî leheng li gelek eniyên şerê têkoşîna azadiyê bû. Em jî soz didin ku em ê bîranîna wan li Kurdistana azad bidin jiyîn. Û careke din serê tevahiya gelê Kurd û malbata hevalê Huseyîn sax be. Hevalê Huseyîn wê di têkoşîna azadiyê de her tim bijî û bibe pêşengê me."
BRUKSEL