Dê hefteyeke li kahvexaneyê Tarlabaşiye bigerin û bilîzîn. Listîka ku bi şeklê Hacivat û Karagozê dilîyîzin ji helbesta Adam Mickiewicz 'Murted' îlham digirin, dixin lîstîk û dilîyîzîn. Listîka xwe ya yekemîn li kahvexaneya Mahsum lîyîstin û bala gelek zarokan kişand. Lîstîkvan Umut Nebîoglu yê ku berê Endazyar bû û piştî 6 sala di endazyartiyê de dixebite dev ji pîşeya xwe ber dide û dest bi lîstîkvaniya sehê dike. Nebîoglu qala çima lîstîka xwe li kahvexaneyê Tarlabaşiyê diliyîzîn kir û wiha got: "Ji bo muzeya helbestvan Adam Mickiewicz li Tarlabaşiyê ye û ji bo em helbesta wî vejînin (canlandırmak) me Tarlabaşi tercîh kir. Armancake me ya din jî ew e ku em dixwazin kesên li Tarlabaşiyê bizanin ku muzeyeke helbestvanekî li vê qadê heye."

Bala zarokan dikşîne
Nebîoglu derbarê lîstîka xwe de jî agahî dan û wiha axivî: "Wateya helbesta Mickiewicz ya em diliyîzîn 'ji olê derketine'. Di vê listîka ku em wek Hacîvat û Karagoz dîliyîzîn de paşayeke heye. Ev paşa ji bo bibe paşa dibe misliman. Cariyek ji Polanya tê. Dema paşa cariyeyê dibîne hişê wî ji serî wî diçe û jiyana xwe ji dest dide. Piştre dema cariye diveger welatê xwe emanetê paşa ji vê cariyerê tên û dibejê ger li cîhana din be jî divê em bigihijin hev."

Lîstîk hesreta welat vedibêje

Nebîoglu, diyar kir ku ev çîrok di bingeha xwe de qala hesreta welat jî dike û wiha got: "Dema Mickiewicz vê helbestê dinivîse Polanya tune bû. Polanya wê deme wek sê parçaya di destê Rusya Avutralya ye de bû. Girîngiya Mickiewicz jî ji vir tê, ji bo welatekî tune helbest nivîsiye. Niha li taxekê gelemperiyê wê kurde hene. Hesreta van mirovên li vir jî hesreta welat e. çiqas hinek kes qabul nekin jî ev yek heye. Ev xebat xebateke ku em hêzên herêmê bidin vegotine."

DIHA/STENBOL