Namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Tûşbayê Oner Yîgît û Hatîce Gunel, namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, li tax û gundan çûn serdana gel. Namzetên BDP'ê piştî serdana sersaxiyê ya li Taxa Beyuzumu, li gundên Avêrek, Asite û Bardakçi yên navçeya Tûşbayê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin û li pirsgirêkên welatiyan guhdarî kirin. Çoban di civîna gel a li taxa Beyuzumu de axivî û bal kişand ser yekitiya Kurdan û got, "Yekitiya me ya neteweyî nebe, li cîhanê kes me cidî nagire. Bi pêkanîna yekitiya xwe re êdî cîhan jî qîmetê dide me."
Dema yekîtiyê ye
Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Tûşbayê Oner Yîgît jî da xuyakirin ku ev hilbijartin ji bo Kurdan hilbijartina hebûn û tinebûnê ye û destnîşan kir ku ev hilbijartin di heman demê de dema zelalbûyînê ji bo Kurdan e. Namzet Gunel jî diyar kir ku her dengê ji BDP'ê re bê dayîn tê wateya desteka ji bo aştiyê. Li navçeya Artemêtanê jî du buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di merasîma vekirina buroyan de li gel bi sedan welatiyan Alîkarê Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî, rêveberên BDP'ê yên navçeya Artemêtanê, namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, Hatîce Çoban û namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan amade bûn. Hamît Geylanî da xuyakirin ku buroyên hlibijartinê malên gelê Kurd e û destnîşan kir ku gelê Wanê wê bi xebateke rêxistinbûyî ya li van buroyên hilbijartinê, ji 14 şaredariyên Wanê her 14'an jî bi dest bixe.
Emê xwe birê ve bibin
Piştî vekirina buroyan namzetên hevserokatiya şaredariyan li gel bi sedan kesan beşdarî civînên gel ên li gundên Meşgetang, Egnil, Kerevanis, Gêm û Goganîs ên ser bi navenda Artemêtanê bûn. Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Bekîr Kaya li vir peyivî û got, "Dem hatiye gelê Kurd xwe birêve bibe." Namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Navçeya Rêya Îpekê Aygul Bîdav û Veysel Keser jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de beşdarî civînêl gel bû. Namzetê BDP'ê yê Hevserokatiya Şaredariya Elbakê Îhsan Guler di çarçoveya xebatên hilbijartinê de beşdarî civîna gel a li gundê Kanîspî bû û ji hilbijêran destek xwest.
WAN