Lê belê dewleta Alman daxwaza Ezîdiyên ku nû tên serî li penabertiyê didin red dike. Endama Meclîsa Federal a Elman Ulla Jelpke daxwaz kir da ku serlêdanên Êzîdiyan ên ji bo penabertiyê werin qebûlkirin. Sala borî 6301 Kurdên Êzîdî hatine Almanya û serî li penabertiyê dane. Ji wan 2.985 hemwelatiyê Iraqê, 2.319 jî hemwelatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha di pênc mehên destpêkê yên îsal de 2.228 Êzîdî hatine Almanyayê. Lê bele hikûmeta Alman bi hinceta Êzîdî ne xwedî oleke wiha ne ku li Iraq û welatên dîtir bi zextan rû bi rû bimînin, bersiva neyênî dide daxwaza penabertiyê.
Parlamentera Partiya Çepgir a federal Ulla Jelpke jî da xuyakirin ku di meha Gulana borî de li Bexdayê 10 Êzîdî ji ber dînê xwe hatine qetilkirin û nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmeta Alman da. Jelpke di heman demê de ji bo hikûmeta federal di mijara ku bersiva neyênî dide daxwaza penabertiyê ya Êzdiyan pêşniyarpirsek da hikûmetê.
BERLÎN