Li gorî heman lêkolînan niha 112 girtî di sînorê mirinê dene. Der barê binpêkirina mafan a li Girtîhan Serokê Giştî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Erîş Bîlaloglu, nerîn û lêkolînên xwe parve kir. Bîlaloglu, anî ziman ku li Tirkiyeyê her tim girtîgeh bi pirsgirek in û wiha got: "Li Tirkiyeyê girtîgeh gelek zêde dije ne. Di ser kapasiteya wan de girtî hene. Ger ku kapasite 120 hezar e, niha li girtîgehan 140-150 hezar girtî hene. Ev ji aliyê fîzîkî û tenduristiyê jî ve dibe pirsgirêk. Bîlaloglu, anî ziman ku ger welatiyekî li derve di qada tenduristiyê de xwedî çi maf be divê girtî jî xwedî heman maf bin û karibin bi hêsanî sûcê ji mafê tenduristiyê bigire. Dijberî ê yekê divê girtî hîn hêsantir sûcê ji mafê xwe yê tenduristiyê bigirin. Lê dema ku em li serlêdan û raporan dinerin. Em dibînin ku astengiyên li pêş dermankirin û muaiyeneyên girtiyên nexweş mezintir in. Mixabin lie Tirkiyeyê rewş wisa ye."
'Serlêdan 2 qat zêde bûn'
Bîlaloglu, da zanîn ku ji ber binpêkirina mafan zêde bûye serlêdanên girtiyên nexweş jî zêd bûn û wiha berdewam kier:" 65 odeyên me yên TTB'ê hene. Ji sala 2009'an heta niha li gorî salên berê serlêdan 2- 3 qat zêde bûn. Serlêdan ji sedî sed zêde bûye. Ger ku berê 100 bûn deket 200'an. Ev serlêdanên ku li odeyên me tên kirin em wan ji Wezareta Dadarê re jî dişînin. Me di 13'ê cotmeha 2010'an de ji Wezareta Dadê re raporek berfireh şand. Dîsa me di 13'ê cotmehê de der barê 130 girtiyên nexweş ku li ber birinê ne rapor amade kir û şand ji Wezareta Dadê re. Me xwestibû ku bi lezgîn rewşa van girtiyan li ber çavan derbas bike û pirsgirêkên wan çareser bike. "
Bîlaloglu, destnîşan kir ku ji ber li girtîgehan hakîmê daîmî tune rewşa girtiyên nexweş bi rêk û pêk nayên kontrolkirin û wiha berdewam kir: "Me di salên 1990'an de der barê vê mijarêde pirtûkek amade kir û pêşkêşî hekîm û Wezareta Dadê kir. Li gorî raporê tê gotin ku li girtîgehên ku 250 û 700 girtî lê hebin divê hekîmê girtîgehê lê hebe. Her doktor nikare li girtîgehan binere û divê her tim doktorê daîmî yên girtîgehan hebin."
Bîlaloglu, anî ziman ku divê hekîmên girtîgehan di bin bandra tu fikr û ramanê de nemînin û wiha axivî: "Divê hekîmên girtîgehan serbixwe û azad bin. Divê wek hevî hemû girtiyan bibin. Divê ewlehiya hekîman hebe. Nasnameya girtîgehan ji bo Tirkiyeyê girîng e. Divê şert û mercên girtigehan bên başkirin."
ŞÎLAN OZHAN - DÎHA/ENQERE