Welatiyên ku li taxan dijîn ji ber ku ambûlans û tîmên tendûristiyê yên 112'ê nayê, mexdûr dibin. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan.
Welatiyê nexweşê astimê Osman Dûrmaz ê li Taxa Anadolûya girêdayê Navçeya Yuregîra Edeneyê ye bertek nîşanî pêkanîna Miduriyeta Tendûristiya Bajar a Edeneyê da û diyar kir ku tax girtine bin tecrîdê û mirovan di nava şert û mercên giran de dihêlin. Dûrmaz bilêv kir ku mirovan terkî mirinê dikin û tu nirx nadin tendûristiya mirovan û wiha got: " Daxwaza ambûlansê ya mirovan, bi hinceta 'bûyer heye', 'ambûlans zerar dibîne' nayê pêşwazîkirin. Bi qasî ya heywanan jî nirx nadin tendûristiya mirovan. Hinceta wan jî, qaşo ambûlans li Taxa Anadolûyê rastî êrîşa molotofkokteylî hatiye. Lê em wekî gelê li Taxa Anadolûyê rûdinin, bûyereke wisa nedîtiye."
Dûrmaz, destnîşan kir ku dema çalakî pêk tên welatî ji ber gaza îsotan li malên xwe ji ser hişên xwe diçin û wiha got: "Ligel vê heke dewlet ambûlans naşîne vir, wê demê divê mirov sedema wê bipirse. Ez jî rastî gazê dibim, bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe bidim û bistînim. Di van rewşan de wesayîta min tune ye ku min rakin nexweşxaneyê. Pêdiviya min bi ambûlansê heye.Heke dewlet an jî miduriyeta tendûristiyê ambûlansek ji bo me peyda neke, ez ê di binê wê de gelek niyetan bigerim. Wê gavê bi rastî jî dewlet me terkî mirinê dike."
Miduriyeta Tendûristiya Bajar a Edeneyê dan zanîn ku ew der berê mijarê de nikarin biaxivin û heke bi daxwaznameyekê serî li wan bê dayîn dikarin agahî bidin. 

DÎHA/EDENE