
Dagirkeriya klasîk îflas kir
KCK’ê bal kişand ku her çendî xwestin bi rêya komployên weke ya navneteweyî dest bi konseptên li hemberî tevgera Tekoşîna Azadiya Kurdan kirin, lê li hemberî vana tevgera wana her ku diçe mezintir dibe û pirsgirêka Kurd biriye asta çareseriyê. KCK’ê got; “Li hemberî vê yekê, siyaseta dadgerker a klasîk a dagirkeriyê ku îflas kiriye bi hevgirtina AKP-Cemeeta Gulen dest bi şereke topyekun li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê kir.”
KCK’ê bal kişand ser gorên komî û hestiyên ji baregeha JÎTEM’ê ya li Amedê derketin û got; “Ev hestiyên ku ji bin erdê derdikevin hestiyên tekoşer û sempatîzanên me ne. Dagirkeriya dewleta Tirk a ku li hemberî tevgera me di şer de tu pîvanên exlaqî nas nake, gelek êş û jan bi me û gelê me daye kişandin. Li hemberî vê yekê jî, bi awayeke bêwijdanî û namerdane bi rêya çapemeniya şerê taybet û organên şerê psîkolojîk hewl didin li tevgera me û gelê tawanbar bikin.”
'Dikûjin û me tewanbar dikin'
KCK’ê bal kişand ser senaryoyên AKP’ê yên li hemberî tevgera wan û got; “Dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê ciwanên Kurd qetil kir, û piştî wê jî bi awayeke namerdane gelê me sucdar dikin û dixwazin vê bûyerê bi tevgera me re girêbidin. Her wiha daxuyaniyên ku neheqiyê li malbatên Kurd dikin didin. Hin kesên ku xwe ji bo bazirganiyê venakişînin, di van karan de têne bikaranîn. Li aliyekê me dikujin, ciwanên me qetil dikin, li aliyê din jî me tawanbar dikin.”
'AKP dixwaze hêzên Başûr beşdar bike'
KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze zemîna komkujiyên nû amade bike û got; “Di van demên dawiyê de rayedarên AKP’ê ji nunerên Başûrê Kurdistanê re teklîfa “Em ê li hemberî PKK’ê operasyoneke berfireh bidin destpêkirin, em ê vê carê ji vê belayê rizgar bibin, em dixwazin hûn jî beşdarî vê yekê bibin” birine. Dixwazin di hemleya konsepta şerê topyekin û komkujiyên nû de hin aliyên Kurdan jî beşdar bikin. Dixwazin li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şereke nû û li hemberî gelê me jî zemînê komkujiyên nû amade bikin. Kesên ku li ser esasê derewan şerê psîkolojîk dimeşînin, yên ku tevlî vana dibin û bi awayekê dibin amûr- kî dibe bila bibe, nasnameya wan çi be bila ew be- dibin hevkarê komkujiyên ku ji aliyê AKP’ê ve têne amadekirin.”
'Hesabên dagirkeriya faşîst biser nakevin'
KCK’ê bal kişand ser hewldana qanûnîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hikûmeta AKP’ê û Cemeeta Gulen diyar kir bi vê yekê dixwazin amadekariya komkujiyên nû bikin. KCK’ê diyar kir weke ku heta niha bûye, dê ji niha û pêve tu hesabên wan bi ser nekevin û bal kişand ser civîna PKK’ê ya di meha çile depêk hat. KCK’ê ragihand ku Kurd dê di çarçoveya vê civînê de bizanin çawa van planên li hemberî gelê Kurd pûç bikin. KCK’ê got; “Tu hewldanên dagirker û nokeran nikarin pêşiya meşa azadiya gelê me bigirin. Bi eznûmên xurt ên tevgera me serkeftin a gelê me ye.”
'Berjewendiyê Kurdan di yekîtiyê de ye'
KCK’ê bal kişand ser civîna hin partiyên Kurdên Sûriyeyê ya li Hewlêrê pêk hat û got; “ Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, derfetên baş ên ku gelê me bikaribe mafên xwe bi dest bixin çêbûne. Lê ji bo serkeftinê divê hemû yekitiya Kurdan pêk bê, ev yek pir girîng û pêwîst e. Ji ber vê jî, konferansa ku li Hewlêrê pêk hat, tenê hin alî beşdar bûn. Ev konferans piraniya gel temsîl nake. Ji ber wê jî ev konferans li hemberî yekitiya vê parçeyê weke derbeyekê ye û hewldana kûrtkirina parçebûnê ye. Berjewendiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê yekitî dixwaze. Li hemberî vê jî hewldanên wiha yên ku yekitiya Kurdan dînamît dikin têne kirin, ev yek mirovan dixe nava fikaran. Siyaseta ku desthilatiya Herêma Kurdistanê dimeşîne xizmeta yekitî û çareseriyê nake, parçebûnê pêş dixe. Di axaftin û daxuyaniyan de banga yekitiya neteweyî dikin, lê di pratîkê de li gorî vê yekê tevnagerin, ev helwestek ne rast e. Tu feydeya vê yekê ji bo gelê Kurd tune ye. Em di vê dema dîrokî de bang li aliyên peywendîdar ên Kurdan dikin ku dest ji van hewldanên parçekirinê berdin, her wiha, guhdarî kesên hêzên ku nayên yekitiya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê nekin, nekevin bin bandora hêzên derve, di çarçoveya yekitiya azad a li welat de tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê û dahatûya xwe xurt bikin.”
Peyama sersaxiyê
KCK’ê di daxuyaniya xwe de ji bo malbatên Serokê BDP’ya Qersê Halis Ozen û rêveberê BDP’ê yê bajrê Îzzet Varli ku di dema diçûn beşdarî Civata Giştî ya KCD’ê bibin û di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dan, peyameke sersaxiyê weşand. KCK’ê, Ozen û Varli weke “Şehîd” bi nav kir û got; “Em li ser vî esasî sersaxî ji malbatên hêja yên Ozen û Varli, hemû gelê welatparêz ê Qersê û civata BDP’ê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em diyar dikin ku dê bîranîna van her du siyasetmedarên hêja bi tekoşîna demokrasiyê re bijîn.”
ANF/BEHDÎNAN