Li Tirkiyeyê her roj ji girtîgehan agahiyên mirinan tên. Li gel vê yekê tedbîr nayên girtin. Niha li Tirkiyeyê 248 girtî bi nexweşiyên giran in û divê bi lezgîn bên dermankirin. 49 girtî di sînorê mirinê de ne û divê teqez li derve bên dermankirin. Gelek girtî li gel ku dortor û nexweşxaneyên cuda rapora "Şert û mercên wan ên li girtîgehê bimîne û bê dermankirin tune ye" jî dîsa ji ber ku Saziya Tipa Edlî raporê nade wan, rê li pêşiya mirina wan vedike û wan dişîne ser mirinê. Serokê Komeleya Pisporên Edliya Tipî (ATUD) Prof. Dr. Umît Biçer, der barê helwesta Saziyên Tipa Edlî de diyar kir ku Saziyên Tipa Edlî li hemberî girtiyên nexweş hesas tev nagere û ji ber ku raporên wan erê nakin serbest nayên berdan û li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest didin. Bîçer, anî ziman ku Saziya Tipa Edlî li gel rapora girtiyan a "Şert û mercên wan ên li girtîgehê bimîne û bê dermankirin tune ye" jî dîsa serbest nayên berdan Bîçer, da zanînku li Tirkiyeyê di sala 2005'an de 55 hezar hikumxwar û girtî hebûn û niha 132 hezar girtî û hikumxwar hene.
Bîçer, bilêv kir ku sedema zêdebûna hêjmara mirinên li girtîgehan helwesta Saziya Tipa Edlî ye û wiha berdewam kir: "Em dibînin ku rêgezên gerdûnî û hemû geşedanên ku pêşketina zarokok zêde bike tên binpêkirin û tar û mar dibin. Wan davên girtîgehan û bi cezayê giran mehkûm dikin. Zarok ji ketina girîgehê heta derketinê her tim rastî binpêkirina mafan tê. Mînaka Pozantiyê li Tirkiyeyê ne mînakek tenê ye. Gelek mînakê wekî wê hene."
Bîçer bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşiya wan giran û wiha pêde çû: "Xizmeta ku li girtîgehan tê dayîn bi tevahî teslîmî polîtîkayên neo-liberal hatine kirin. Divê li girtîgehan 24 saetan xizmeta tenduristiyê bê dayîn. Lê em dibînin ku ev ne wisa ye. Dîsa sewqên li girtîgeha bi serê xwe pirsgirêk e. Li girtîgehan her tim mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Êdî li girtîgehan bi despêka pergala F'yê re tecrîd û îzolasyon bûn pêkanînên sîstematik. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên girtiyan pirsgirêkek pir mezin e. Li gel vê yekê Saziya Tipê mirinan erê dike û destûrê dide."
SERKAN KURT / DÎHA/AMED