
Nivîskar Çîgdem Toker di rojnameya Akşamê de agahiyên der barê hevdîtina Barzanî û BDP’ê de nivîsand. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Tokerê re axivî û diyar kir ku Barzanî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê temsîl nake û jixwe tu nêrîn û ramanên wî jî yên bi vî awayî tune ne.
Demîrtaş der barê daxwaza hikûmetê ya ji bo çekdanîna PKK’ê de jî diyar kir ku wana di hevdîtina xwe de behsa vê mijarê nekirine û got; “Li gorî min fam kir, di rojeva hikûmetê de jî tiştek wiha tune ye.” Demîrtaş diyar kir ku wana di hevdîtina xwe de giranî da ser serdana Barzanî ya li Amerîkayê, pirsgirêkên Sûriye û Iraqê.
Demîrtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hin derdor diyar dikin ku dê pirsgirêka Kurd bi rêya Barzanî bê çareserkirin, û anî ziman ku dixwazin nîşan bidin ku dê pirsgirêk bi rêya Barzanî çareser bibe û got; “Ne Barzanî nunertiya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dike û ne jî tu nêrîn û ramanek wî ya bi vî awayî tune ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêya Barzanî û Talabanî çareser nabe.”
Demîrtaş destnîşan kir ku her çendî Barzanî rêberek girîng be jî, lê ne rêberê pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê ye û got; “Ew bi xwe jî dixwaze feydeyek bide hewldanên erênî yên li herêmê û rola xwe bi xwe wiha pênase dike.”
Demîrtaş bersiv da pirsa “Ew rol çi ye” û got ku Barzanî gotiye “Ez dikarim ji bo rêbazên çareseriyeke aşitiyane rol werbigirim.”
'Nûçeyên çapemeniya tirk ne rast in'
BDP, ragihand ku nûçeyên di rojnameyên Tirk Mîlliyet, Haberturk û Hurriyetê de li ser hevdîtina Barzanî û BDP'ê hatine weşandin ji rastiyê dûr in.
Navenda Giştî ya BDP'ê li ser nûçeyên di rojnameyên Mîlliyet, Haberturk û Hurriyetê yên der heqê hevdîtina BDP û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de daxuyaniyek da û nûçe derewandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di hejmara rojnameyên Mîlliyet, Haberturk û Hurriyetê de li ser hevdîtina Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê nûçe weşandine. Di nûçeyên ku bi sernivîsên wekî; "Ez ji ber daxuyaniya we xemgîn bûm", "Hûn daxuyaniyên ne di cih de didin", "Ji kiryarên AKP'ê bi biryar bin" de tê gotin ku Barzanî bi zimaneke tund bi ser Demîrtaş de çûye. Ev nûçe ne rast in û bê bingeh in. Di hevdîtina bi Barzanî re de mijarên herêmî û pirsgirêka Kurd hatin nirxandin. Mijarên ku di nûçeyan de derbas dibin di hevdîtinê de nehatin rojevê."
ANF/ENQERE
Berwarî: Gotin tenê têrê nake
Endamê Meclisa Kongira Netewiya Kurdistan (KNK) Dr Kamûran Berwarî pêvajo dawî nirxand û di derbarê Konferansa Kurd ya Neteweyî de diyar kir ku bi tu awayi piştgiriyê nadin partiyên ku dijminantiyê ji gelê Kurd re dikin.
Endamê Meclisa Kongira Netewi ya Kurdistanê (KNK) Dr Kamûran Berwarî ji Ajansa me DÎHA re axivî û balkişan li ser berxwedana gelê Kurd a li Tirkiyeyê. Endamê Meclisa Kongira Netewiya Kurdistan (KNK) Dr Kamûran Berwarî bal kişand ser hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li Tirkiyeyê û wiha got: "Tenê nebûna şerê birakûjiyê têrê nake, di heman demê de piştevani û parçekirina Kurdistanê divêt neyê pêkanîn. Divê gelê başûrê Kurdistanê bi zanibe ev deskeftiyê wê wan bi tenê nahêle bê parastin ev hîkûmeta heyî ku deskeftiyê mezintirin deskeftiyên netewi yê Kurdan yê sere rasta cihanê parastina van deskeftiya û vê xakê berpirsyariyên me hemûyane. Em weke Kongira Neteweya Kurdistanê vê weke erk li ser xwe dibinin û ji bo vê xebat ji bo yekgirtî û yek rêziya gelê Kurd li her çar parçê Kurdistanê bikin."
Dr Kamûran Berwarî der barê Konferansa Neteweyi ya Kurd de jî axivî û wiha got: "Di demek herî nêz de dê konferansa Kurd pêk bê. Lê em naxwazin ku kes û dewletên xêrnexwazên Kurdan tevli kunferansê bibin. Ev konferans bêyî PKK, HPG, PJK, PYD, PDK, YNK û PÇDK qet nabe. Kesên ku dixwazin konferansek bê aligirên Kurdan dirûst bike û dimin û dagirkerên Kurdistanê bejdar bikin û li ser biryar û îtifaqê li ser Kurdan binin bê goman ev xizmeta berjewendiya Gelê Kurd nake. Berwarî da diyarkirin ku ev Konferans ya Kurdan û Kurdane di wê konferansê de wê hêzên kuran serweri û xetên sor werin dest nişankirin disan di konferansê de wê ser çarenûsa Kurdan were niqaşkirin disan em pişgirî dikin ku hêzên leşkeri yên HPG û Pêşmerge Konferansek xwe yê Netewî bê kirin pêwiste em li gel gel û netewa xwe bin lê bele pêwiste ku em bikarin gel û netewa xwe ji bi parêzin."
Berwarî li ser rewşa Sûriye ji axivî û wiha berdewam kir: "Bi tu awayi pêwiste em gelê Sûrî bi tene ne hêlin em yek bigirn yek berdin. Em bang li Mesut Barzanî, Celal Telebanî û Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Murat Karayilan jî dikin û dixwazin temaşeyî Kurdên Suriyeyê bikin û gelê xwe yê Sûriyeyê biparêzin.
DÎHA/DUHOK