Kerkukî jî di civînê de axivî û diyar kir ku li her çar parçeyê Kurdistan pirsgereka Kurd bi rêya aştî, demokrasî û dîyaloge çareser bibe û wiha got: "Êdî dewleta Tirk bi rêya tûndî nikare pirsgerekê çareser bike. Divê êdî pirsgirêk bi diyalog û demokrasiyê pêş bikeve. Lazime devleta Tirk bi PKK û Rebêre wê Birêz Abdulla Ocalan re li ser masê rûnê û bi diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike." Kerkukî da zanîn ku êdî dema şêr û tûndiyê nemanê û wiha berdewam kir: “Bi şer û tûndiyê pirsgerek çareser nabe. Herdu alî jî zerarê dibînin. Roj roja hêza gelen sivîl in. Li Misir û devêren din binerin, gel rabû ser piyan û dewletê xwe li pêş wê negirt. Êdî dema şer derbast dibe. Bi tanq û topan ev pirsgerek çareser nabe."
Kerkukî anî ziman ku Rêberê PKK'ê hêj girtî ye û dikarin bi wîre li ser maseyê rûnên û pirsgirêkê çareser bikin. Kerkukî pirsên rojnamevanan jî bersivand û wiha got: “Me tu carî negot PKK şer dixwazê. Em dibejîn ev pirsgerek bi rêya şer çareser nabe. divê herdu alî bi hevre pirsgirêkê çareser bikin. Lazime Erdogan di makeqanûnan de guhertinê bike û pirsgerek çareser bike”
Kerkukî girtin û binçavkirinên siyasetmedardên Kurd ên li ser navê KCK'ê pêk tên jî rexne kir û wiha pêde çû: “Girtin û zextên li ser gelê Kurdên Bakur nayê qebûl kirin. Ev zulime. Ne tenê li Tirkîyeyê li hemû parçêyen Kurdistanê zulim tê kirin. Pirsgereka pêşmergeyan jî hêj li Iraqê çareser nebûye. Li Sûrîye he Kurd mevan dihesibînin. Daxuyaniyên Erdogan ên der barê Dêrsîmê de ne besin. Divê gavan bavêje.
Kerkukî derbarê pirsa îlankirina Kurdistana Serbixwe de jî destnîşan kir ku Kurdistana serbixwê mafê gelê Kurd e û wiha axivî: "Eger hikûmeta Iraq zagona ku Kurdistanê nas dikê esas bigre em ê bi wan re di nava axekê de bijîn. Lê eger nas nekîn emê bi rêya referandûmê pêşkêşî gel bikin." Kerkukî ser mijara Konferansa Netewî ya Kurdistan jî axifî û wiha got “Em jî hêvî dikin ku konferans demek zûtirin bê lidarxistin û Kurd bibin yek”
Heyetê Salîh jî ziyaret kir
Heyşet pişt re çûn serdana Serokê Hikûmeta Herêma Federal ya Kurdistan Berhem Salih. Salih di hevditîne de diyar kir ku ew bo yekîtîya konferansê pir kêyfxweşin. Salîh, da zanîn ku Kurdistana Iraqê îspat kiriyê ku mafê Kurd herî dawî li ku be jî bê dayîn. Salih, da zanîn ku pirsgirêk bi aştî û demokrasiyê çareser dibe. Salih, li ser çareseriya pirsgireka Kurd jî rawestiya û destnîşan kir ku pirsgirêk bi rêya şîddetê çareser nabe û divê bi diyalog, demokrasî û aştiyê çareser bibe.
DÎHA/HEWLÊR