Di van pêşniyaran de hate diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildin hepsa malê û got: "Mixatabê pirsgirêka Kurd Serok Apo ye."
Berdevkê Komê Muhîttîn Batmanli, di civînê de axivî û îdîa kir ku çiqas li Tirkiyeyê ji bo aşitiyê gav tê avêtin Ergenekona Tirk, Ergenekonên din û saziyên Kurdan hin teqînan û bûyeran pêk tînin. Batmanli, da zanîn ku hin partî, hin sazî û hin kesên di nava dewletê de nahêlin biratiya gelan çêbibe. Batmanli, daxuyaniya Parlementera Amedê Leyla Zana a dayî çapemeniyê jî nirxand û got: "Êm tevlî hemû daxwaz û daxûyaniyên parlementera xwe Leyla Zana a dawî pêk aniye dibin û em dê alîkarî bidine yê."
Batmanli, bibîrxist ku her heftî roja sêşemê li meclîsê koma partiyan civîn li dar dixin. Batmanli, wiha got: "Çewa her heftî di meclîsa Tirkiyê de her koma partiyê civîn li dar dixe, em jî dê her heftî roja sêşemê wekê ku eyaleta Kurdistanê ava bûbe em dê li vir civînê li dar bixin û derbarê rojevê de biaxivin."
Batmanli, diyar kir ku ew wek koma diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên wan hene û 9 madeyan wiha rêz kir:
- Divê PKK agirbest îlan bike
- Bila dewlet operasyonan rawestîn e
- Bila Serokê Herêma Kurdistana Federal birêz Mesud Barzanî di navbêra aliyan de navbênçitî û garantoriyê bike
- Ji hemû girtiyên siyasî re efuyek giştî derbikeve
- Bila ji bo hemû komkujiyên ku di dema Komarê de ji hêla rejîma Kemalîst ve hatî kirin lêborîn bê xwestin.
- Hemû arşîvên berê yên di destên dewletê de bên vekirin
- Birêz Abdullah Ocalan derxin hepsa malê
- Hemû gorên di serî de Şêx Seîd û hevalên wî, Cîbranlî Halît Beg û hevalên wî, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî û hemû şehîdên Kurdistanî bên diyar kirin.
- Erdnigariya Kurdistanê bi fermî bê pejirandin
DÎHA/AMED