
Berwarî der barê geşedanên dawî û pêvajoya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta Tirkiyeyê de nerînên xwe anîn ziman.
Hevditînên ku bi Îmralî re tên kirin hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê PKK’ê ve tê piştrast kirin. Dewleta Tirk pêwîste di van hevdîtinan çawa tevbigere?
Em bi giştî weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê aligirê diyalog û hevdîtinanîn. Em di xwazîn hevdîtin bên destpêkirin. Em daxwaz dikîn li her çar parçên Kurdistanê pirsgirêka Kurd bi riya diyalogê çareser bibe. Vekirina deriyê diyalogê bi birêz Abdullah Ocalan re gavek herî girînge. Em hêvîdarîn ku dewleta Tirkiye di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji dil be û vê carê pêngavên ku têne avêten ne weke her carê bi armanca xapandina gelê Kurd be. Êrîşên dewletên herêmî û navnetewî yên li hember PKK’ê û gelê Kurd bi tu awayî nayê pejirandin. Bê gûman em hemû dizanîn li bakurê Kurdistanê şoreşeke siyasî, bîrdozî, çekdarî û netewî ya Kurdan heye. Navê şoreşê PKK’ye. Yê ku ev şoreşe dayî destpêkirin jî Birêz Abdullah Ocalan ne. Ji ber vêyekê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de divê PKK rasterast weke muxatap were naskirin. Yan jî hemû hêzên nûnertiya gelê Kurd dikin bitaybet ku serkêşiya wê Ocalan dike pêwîste muxatab werin girtin. Ji wana di serî de birêz Ocalan, KCK û hemû hêz, partî, rêxistinên Kurdan yên li welat û li derveyê welat ku aligiriyê ji şoreşa Ocalan dayî destpêkirin re dikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke muxatap were ditîn. Ji ber vê yekê nabe ku hevdîtin bên bisînorkirin û nabe ev hevditin ne li ser asta kes an jî li ser asta hinek aliyên ku dewlet jixwe re weke navnîşan diyar dike werin çêkirin. Di vir de muxatab ê di rêza yekê de cih digre û kilîta çareseriya pirsgirêka Kurde û nûnertiya giştî gelê Kurd dike birêz Abdullah Ocalane. Ji bo vê yekê jî dema ku dewlet bi Ocalan re dirûne pêwîste di kesayeta Ocalan de rêzê ji vîn, şoreş, bizav û tevgera azadîxwaz a Kurdan re bigre.
Girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtinên dewleta Tirk û Qendîlê pêwîste li ser çi bingehî were kirin?
Pirsgirêka bakurê Kurdistanê ne pırsgirêka hilgirtina çekan yan bê çek kirinê ye. Pirsgirêkek netewî, niştîmanî û gelekî ye. Ziman, çand, dîroka şaristaniyetekê hatiye dagirkirin. Pêngava yekemîn a ku dewleta Tirk bavêje û ji bo hevdîtinê bi Kurdan re bike pêwîste b itaybet Ocalan û PKK’ê muxatab bigre. PKK’ê ji 'lîsta terorê' derbixe û weke 'terorîst' binav neke. Pêngava duwemin jî pêwîste artêşa Tirkiyeyê xwe ji Kurdistanê vekişîne û Kurdistanê ji bo Kurdan bihêle. Operasyonên leşkerî rawestîne da ku gelê Kurd jî vê helwesta dewleta Tirk ya ji dil û pak bibîne û li ser wî bingehî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gelê Kurd bikaribe baweriya xwe bi helwesta dewleta Tirkiyeyê bîne. Pêngava sêyemîn pêwîste bernameyek bê diyarkirin û ji bo wê demek were eşkere kirin. Di demê ku were diyar kirin de daxwazên Kurdan li ber çavan werin girtin. Piştî vê yekê dewleta Tirk di destûra xwe de guhertinan pêkbîne û dema destûra Tirkiyeyê hate guhertin û di destûrê de mafên Kurdan hate naskirin bê gûman bê gûman wê riya diyalogê hesantir bibe. Eger dewleta Tirk ji bo hevdîtinan ji dil be, derfetê hevdîtinên bi Qendîl yan jî li welatên Ewropa û Tirkiyeyê bi nûnerên Kurdan re tê avakirin û her du alî dikarin li ser vî bingehî hevditinan bi pêş bixin. Lê belê helwesta dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan a ji aliyekê ve behsa hevditinên çareseriyê û ji aliyê din ve jî politika tunekirinê, operasyonên siyasî û leşkerî nayê pejirandin. Ev helwest baweriya hevdîtinan jî bi mirovan re nahêle.
Li aliyekî anîna rojevê ya diyalog û hevdîtinan li aliyê din domandina operasyonên leşkerî û tevkujiya siyasî, çandî. Li gor baweriya we dewleta Tirk an AKP çaqasî ji dil tevdigere?
Wek ku mirov dibîne ku em jî ji nêz ve dizanin Tirkiye tu bername nîne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Niyeta wan jî tuneye ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Armanca dewleta Tirk a sereke ewe ku di bin navê danûstandinê û hevdîtinan de dixwaze bizava tevgera azadiyê ya Kurdan tasfiye bike. Ev nêrîn, nêrînek şaşe. Ji ber ku gelê Kurd di pêvajoyên herî lewaz û bi tunebûnê re rû bi rû bû, yanî di salên 1980’yê de ku bizava azadixwaz a gelê Kurd di salên xwe yên destpêkê de bû jî tune nebû. Di komploya ku di 9’ê Cotmehê destpêkir û di 15’ê Sibat a 1999’an bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dewleta Tirk jî tevgera Kurdan ya ji holê ranekir. Heman tişt bi operasyonên leşkerî li ser gerîlayên PKK’ê û operasyonên siyasî li ser tevgera siyasî ya Kurdan BDP’ê jî da meşandin dîsa tişta xwestin pêknehat û hêza berxwedana gel û gerîla bilidtir bû. Tiştê ku ji dewleta Tirk tê xwestin ewe ku bila hêzên xwe ji Kurdistanê vekêşîne, çekan bê deng bike û operasyonan neke. Ji ber ku çiqas operasyon hebin niqaşên ji bo çareseriyê bê wate û bê bandor dimînin. Çek danîn tiştekî rewa ye, bêdeng kirina çekan tiştekî xwezayî ye, ji berku her mirov dikare li Kurdistanê çekan bêdeng bike. Eger dewleta Tirk êrîşê ser Kurdan neke bê gûman deng ji çekên Kurdan jî nayê. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk bigehije wê baweriyê ku bêçek kirina PKK’ê şandina wan ya welatên cuda û di heman demê de operasyonên wê yên leşkerî di vê pêvajoya hevditinan de tê wateye ku dewleta Tirkiyeyê naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike.
DÎHA/HEWLÊR