Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê polîtîkayên taybet ên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin nirxandin kir. Demîrtaş, diyar kir ku piştî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin hikûmeta AKP'ê piştî hilbijartinê tu gav neavêtin û wiha got: "Li şûna hikûmeta AKP'ê pirsgirêkê bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bike, bêtir polîtikayên tecrîdê kûr kir. Bêtir polîtîkayên girtin, binçavkirin û zextên li ser Kurdan û siyasetmedarên Kurdan zêde kir. Heke gavên pratîk hatiban avêtin dê pirsgirêka Kurd çareser bûba. Lê AKP'ê şuna vê yekê konsepta îro da destpêkirin. Tecrîd kûr kir. Polîtîkaya înkar û perçekirinê peş xist. Operasyonên siyasî û leşkerî zêde kir. Li ser vê yekê Ocalan xwe da paş. Êdî hikûmetê dît ku nikare li ser Ocalan û Îmraliyê lîstikê pêş bixe, vê carê dest bi tecrîda giran kir. Ev karekî har e. Piştî ku hikûmeta AKP'ê dît ku nikare PKK'ê bêçek bike, dest bi konsepta taybet kir."

'Polîtikayên şer û perçekirinê didomin'
Demirtaş, anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê yên perçekirina Kurdan û înkarê didomin û wiha axivî: "Hikûmetê beriya hilbijartinê bi PKK'ê re hevdîtina Oslo û li Îmraliyê jî bi Brêz Ocalan re hevditin dikir. Lê piştî hilbijartinê hikûmetê ev polîtîkayên xwe guhert û ji bo çareseriyê nêzîkî pirsgrêkê nebû. Dest bi lîstikê û hîleyan kir. Ji ber vê yekê dest bi operasyonên siyasi û leşkeri kir. Li dijî BDP'ê û PKK'ê zext zêde kir. Li Îmraliye tecrîd girantir kir. Tu fikra AKP'ê ku pirsgirêkê bi rêya aştiyê û demokrasiyê çareser bike tune."
Demirtaş, anî ziman ku heta niha tu nêta hikûmetê ya gavên çareseriyê bavêje tune û şerê derûnî dimeşîne. Demîrtaş, da zanîn ku AKP'ê medya jî daye pişt xwe û bi rê û rêbazên dijhiqûqî li diji gelê Kurd şerê taybet dide meşandin.
Demîrtaş, bilêv kir ku ew her tim û li her derê dibêjin ku ev polîtîka encamê bi dest naxin û dê bêtir birînê kûr bike. Demîrtaş, destnişan kir ku ev rê û rêbaz berê jî hatibû ceribandin û tu encam bi dest nexist. Demîrtaş, anî ziman ku ger wisa bidome dê gelê Kurd jî helwesta xwe nîşan bide û wiha got: "Gelê Kurd li hemberî vê yekê bêdeng namîne. Gelê kurt de her tim li dijî zext û zordariyan bertek û helwesta xwe zelal bîne ziman. Dê di daxwazên xwe yên bingehin û rewa de israr bike. Daxwaza gel pir zelal û aşkare ye. Gel dixwaze tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan bi dawi bieb. Dixwaze operasyonên siyasî û leşkeri bi dawî bibin. Dixwaze azadi, ewlehî û tenduristiya Ocalan bê dayîn. Ji bo ev daxazên gelê Kurd pêk bên em li meclîsê di nava hewldanan dene. Dîsa Em li herême mîtîngan pêk tînin. Ji bo diyalog û muzakere ji nûve dest pê bikin hewldanên me didomin."

'Ocalan kilîda çareseriyê ye'
Demîrtaş, destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî rol û mîsyona kîlîdê ye û wiha berdewam kir: "Brêz Ocalan kilîda çareseriyê ye. Heta demekê bi Brêz Ocalan re gihiştin hin encaman, lê pişt re gav bi paşve avêtin. Ji ber vê yekê pêvajo xetimî. Em dixwazin ew pêvajo ji nûve dest pê bike. Niha têkiliya navbera Brêz Ocalan PKK'ê û gel qut kirin û dest bi şerê derûnî û konsepta taybet kirin. Ji ber vê yeke Brêz Ocalan xwe da paş."

8'ê Adarê û Newroz
Demirtaş, da zanîn ku niha 8'ê Adare û Newroz li pêş wan e û dê li hemberî vê polîtîkaya konseptê derkevin qadan û di 8'ê Adare û 21'ê Adarê Newrozê de derkevin qadan û bersîvê bidin. Em dê îsal ji her sal bêtir bi coş û girseyî 8'ê Adarê û Newrozê pîroz bikin. Em dê li qadan bersîva konsepta AKP'e bidin. Em dê îsal li 130 navendan bi girseyî Newrozê pîroz bikin. "

Xwedîderketina li çalakgeran...
Demîrtaş, bal kişand ser çalakiyên gireva birçîbûnê jî û wiha pêde çû: "Çalakvanên gireva birçîbûnê xwedî helwestek bi rûmet e. Em piştgiriyê didin çalakiya wan. Hevalên me yên parlementer jî di nava vê çalakiyê dene. Em rewşa wan her tim dişopînin. Xwedîderketina li çalakgeran xwedîderketina daxwazên wan e. Ji bo daxwazên wan bi cih bên em di nava hewldanan dene.
Demîrtaş, helwesta medya jî rexne kir û anî ziman ku li gorî sincê çapemeniyê tev nagere û li gorî berjewendiyen serdestan dev digere.
Demîrtaş li ser konferansa Neteweyî jî rawestiya û ani ziman ku konferansa ku di pêşerojê de pêk bînîn ji bo yekîtiya gelê Kurd pir bi qîmet û girîng e.
Demîrtaş, li ser gorên komî jî rawestiya û anî ziman ku niha dixazin hestiyên di gora komî ya Navenda JÎTEM'ê de hatin dîtin şolî bikin û ser bûyerê veşêrin. Demirtaş, da zanîn ku ji ber li herêmê her tim komkujî pêk hatiye dibe ku ew hestî yên wê serdemê bin û xwest yên çi serdemê dibin bila bibin bi her awayî hesap bê pirsîn.

  DÎHA/ENQERE