Demîrtaş, helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî mexdûrên erdheja Wanê rexne kir û destnîşan kir ku di bûyeren bi vî rengî de nasnameya siyasî neyê dîtin û herî zêde nasnameya mirovahiyê bê dîtin. Demîrtaş, lêkolina tespîta xezarê jî rexne kir û anî ziman ku ev bi zanistî û bêalî nehat kirin. Demiraş, helwesta Walîtiyê jî rexne kir û anî ziman ku Walîtiye daxwaza wan a tevlêbûna komîsyona lêgerîna tespîta zerarê red kiriye.
'Divê tu kes sirgun û koçberiyê qebûl neke'
Demîrtaş diyar kir ku wan wekî serokekî muxelefetê pir dixwastin spasiyên xwe pêşkêşî hikûmetê bikin û wiha axivî: "Em çiqas dixwazin alîkariyê bikin ew êrîşî me dikin." Demîrtaş êrîşa li hemberî mexdûrên erdhejê jî rexne kir û got ku ji ber vê yekê ekîbên xilaskirinê nekarine bixebitin û wiha berdewam kir: "Hûn tehamulî protestoya 50 kesan nakin. Wan we tune kir, lê Wanê jî we tune kir. Tiştên ku diqewimin tabloyeke şerm ê ye. Gelê Wanê ji ber siyaseta derewê ji dewlet û hikûmetê dûr ketiye. Heke hûn qala parçebûnê bikin hinekî biwijdan bin. Ka bibînin kî vê civakê parçe dike." Demîrtaş anî ziman ku li gel hemû hewldanên wan bi şaredariyên BDP'ê re nehatiye xebitandin û nêzîkatiyeke dijminatî hatiye kirin. Demîrtaş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şaredariyên me çi kirine ez ê yek yek wan nebêjim. Kê çi kiriye jî kêm e. Ji ber vê yekê jî divê baweriya xwe bi hikûmetê neynî û li gorî wê amadekariyê bikî. Tiştekî derketiye holê ev e." Demîrtaş bal kişand rexneyên hikûmetê ya ji bo îlankirina herêma karesatê jî û destnîşan kir ku li herêmên karesatê her tiştî hikûmet dikin û wiha got: "Hûn çima vê yekê nabêjin. Heke îlankirina heremên karesatê evqas xirab e we beriya vê çima evqas herêmên karesatê îlan kir. Gotineke heye dibêjin 'ev qasî ku bikaribin derawan bikin ne biaqil in û qasî ku rastiyan bibêjin jî nedurist in' di navberê de mane." Demîrtaş bal kişand li ser şert û mercên zivistanê jî got ku bila welatiyên Wanê koçberiyê ji rojeva xwe derxînin.
Demîrtaş di mijara leşkeriya bi bedel de jî got ku divê leşkeriya mecburî ji rojevê bê derxistin û Konseya Ewropayê ji ber ku gotiye divê heta dawuya kanûnê mafê "reda wijdanê" bê qebûlkirin dem daye û divê heta wê rojê ev bê temamkirin. Demîrtaş bilêv kir ku ji ber vê yekê jî mijara leşkeriye bibedel qurnazî ye. Demîrtaş got ku divê ji bo kesên ku pereyên wan nîn e şansê leşkeriye bi bedel bê dayîn û sînor jî divê 25 sal be.
'Çima herêma afetê nayê îlan kirin'
Demîrtaş, çapemenî rexnekir û got hin saziyên çapemeniye ji ber ku ji AKP'ê re tiştek ne bejin rewşa Wanê xef kirin, nîşan ne dan. Demîrtaş wiha axivî: "Niha serokwezîr ji şewîrmendên xwe re dibeje rewşa Wanê ji min re baş ne gotiyê û wan rexne dike. Ew çima em guhdar nekirin, divê wezîrên tê bejin ma. Di vî welatî de çima muxalefet heye? Ez sedema we bejim, çinku me wek muxalefte na bîne, bi çavên dijminatiyê li me dinere, partiya me û rêveberiya partiya wek dijminê xwe dibîne. Burokrat û polîsên bin fermana wî de dixebitin jî bi wisa mezê dikin. Hemû me wek dijmin dibînin. Meselê evê. " Demîrtaş, diyar kir ku hê jî birînên erdheja Wanê nehatine dermankirin, sirgûnî dest pê kiriyê û wiha pêde çû: "Hun dibejin aboriya Tirkiye mezine lê hun konteynir nadin. Hun dibejin heta havînê bi sekinin. Denîz ne sekinî. Li dijî banga em li Wanê dev ji siyasetê berdin, dest bidin hev, civîna kome ya îro de jî bi BDP'ê re mijûlê. Tê çikir heta niha. Di kaseyê de 200 mîlyon perê kom bûyê. Hun çima konteynir nagrin. Hun dizanin bi kaseyan perê bibin Lîbyayê. Hun çima ji Wanê re naşînin. Hun çima gelê Wanê terka qederê dikin, birînên wan derman nakin, hesabe ve na pirsin. Çima nîjadperestî pirs nakin çinku nîjadperestin."
'Emê li cenazeyan xwedî derkevin'
Demîrtaş, helwesta çapemeniyê ya sansurê jî rexnekir û hijyariya "kesên rastî gefan tên û gefan dixwin" kir. Demîrtaş, anî ziman ku di salên 1990'an de jî heman rêzbaz hatin bikaranîn û pirsgirêk hêj girtantir kirin. Demîrtaş ji çapemeniyê re ji pêşniyara "Bi ser tiştên tên jiyîn bi objektîf her da ku pêşroj ronî bibe" kir û da zanîn ku di vê mijarê de berpirsiyariya çapemeniyê gelek mezin e. Demîrtaş, bilêv kir ku nûçeyên tên çêkirin wekî "propagandaya qirêj" nirxand û da zanîn ku ev yek di navbera civankan de cudahiyê pêktîne û wiha got: "Ji birînekin hemû heqaretên hûn li BDP'ê dikin hûn li 10 mîlyona girseyê jî dikin. Me rexne bikin lê bi berçavkên dijminahiyê yên Serokwezîr nêzîk nebûn." Demîrtaş, destnîşan kir ku di pevçûnan de jî mijara cenazeyan mijareke gelek hasas e û ji bo cenaze bên rakirin şer bi dawî bûne û wiha axivî: "Niha çi dikin, cenazeyan perçe perçe dikin didin dayîkan. Gelê cenazeyê xwe ji bîr bike ew gel bê rûmet e. Ji me li benda vê yekê nebin hûn nabînin. Êş parvekirin mirovahiye. Gelo de ma ku tu heqaretan li dayîk û bavên wisa bi êş dike tu hîsekî çawa diafirînî tu dizanî? Ka te fêmdikir, ka te di got ez êşa rondikin dayîkên Kurd û tirk baş dizanim. Ez ji te re dibêjin zêd bi vê pirsgirêkê re eleqedere nebe. Ez dibêjin bi hasas nêzî vê mijarê bibe û bi wijdanî nêzî bibe"
Nêzîkahiya wekî li dijî berxwedêrên çeçen...
Demîrtaş bal kişand ser çalakiya ji bo balê bikşîne ser tecrîda Îmraliyê û anî ziman ku di vê mijarê de dûrîtî hate kirin. Demîrtaş, diyar kir ku berxwedêrên Çeçen jî ferîbot revand û vê yêkê di çapemiyê de ciheke cuda girt. Demîrtaş, anî ziman ku rojnameger bi helîkopteran birin ferîbotê xelat dan rojnamegeran. Demîrtaş, da zanîn ku çalakvan bi saxî hatin girtin û cezayên di navbera 3 û 9 salan li wan birîn û pişt re ve kes reviyan û çalakiya Otela Swiss li dar xistin û wiha pê de çû: "Em nabêjin heman tiştî bikin lê hinekê bi însaf bin. Heke çapemenî vê yekê ne pirse nabe çapemenî. Kesên ewil kevir diavêjin me bila qasî me rast bin."
Demîrtaş, bal kişand ser pergala tendurîstiyê ya nû û pirsgirêka qartên kesk û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke 280 TL perê we hebe hûnê hinekê bidin dewletê. Ji ber ku heke 280 TL perê we hebe hûnê dewlemend bên hesibandin."
DÎHA/ENQERE