Di derbarê komên çekdar yên ku 33 welatiyên sivîl li gundê El-Menecîr revandibûn wiha axivî: “Ez ji wan re dibêjim dilovaniya xwe derbixin ji bo rizgarkirina Suriyayê ji destê rêjîma faşist û nebin eskerên berjewendî xwazan.”
'Em bi YPG’ê re têkîldar in'
Di derbarê rewşa dawî li bajaroka Til Temir de û hewildanên komên çekdar ku herêmê bikşînin nav şer û nakokiyê di navbera pêkhatiyên herêmê de derbixin Osman got: “Em wek Komîteya Netewî ya Parastina Navxweyî bi çavekî wekheviya rastî di pêşeroja welat de li hemû pêkhatiyên Suriyeyê dinêrin. Dilopek xwîn ji kesekî Sûrî ne li hember rêjîmê be, dikeve xizmeta rêjîmê, em bi YPG’ê re têklîdar in û me ji wan xwest ku nehêlin tevlihevî bikeve nava pêkhatiyên herêmê.”
Osman wiha dewam kir: “Em li tevahî Sûriyayê kar dikin û banga me ji welatiyan re ewe ku axa aweye û hûn ê Sûriya nû avabikin û ji şerê navxweyî re nebin destikê kêrê ku tenê rêjîma Baasê jê sûd digire.”
Derbarê serdana Rojavayê Kurdistanê bike dê hevdîtinan bi pêkhatiyên herêmê re pêk bîne Osman wiha got: “Înşallah piştî em ji Qahîra vegerin em ê serdana bajarê Serêkaniyê bikin û ji bo çespandina peyama li wir hatiye çêkirin ku li hemû herêmên Cizîrê pêk were, em ê hevdîtinan bi hemû pêkhatiyên herêmê re li darbixin, ji ber ku tu rê li hember gelê Sûriyeyê ji bilî yekbûnê û biratiyê tune ne. Konferans dê di navbera 11 -13 gulan 2013’an de li darbikeve û min vexwendineke fermî ji Desteya Bilind a Kurd û hin çalakvan û kesên serbixwe yên Kurd re şand. Ev konferans divê mafê Kurdan ji aliyê Muxalefetê ve li ser bingeha ku gelê Kurd li ser axa xwe dijî were venasîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN