Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê parêzer Cengîz Çîçek diyar kir, ku gotina "tecrîdê" êdî têra pênasekirina rewşa Ocalan nake. Parêzer Çîçek, rewşa ku Ocalan di nav de ye ku ji tecrîdê jî wêdetir e.
Çîçek anî ziman, ku dema ew bala xwe didin ser 18 salên serpêhatiya Îmraliyê ku Ocalan lê ragirtî ye, dibînin ku dewlet ti carî li gorî qanûnên xwe tevnegeriyaye û destnîşan kir ku ji roja destpêkê ve Ocalan hatiye tecrîdkirin û kiryarên ne exlaqî didomin.
'Li Îmraliyê têkoşîneke dijwar'
Çîçek destnîşan kir ku li Îmraliyê têkoşîneke dijwar di navbera du xetên polîtîk de heye û bi dewamî got, "Xeta Ocalan ti carî teslîm nebû, lê belê dewletê êrişên xwe yên li dijî Oclaan her tim dewam kir. Di nava sala dawî de dewletê ev êrişên xwe mezintir kirin."
Parêzer Çîçek da zanîn ku ew rewşa ku Ocalan û yên pê re êdî tenê weke tecrîdê nabînin û wiha dewam kir, "Wê gelekî hêsan û sivik be ku mirov ji kiryarên li dijî Ocalan re tenê bibêje 'tecrîd'. Birêz Ocalan û sê hevrêyên li gel wî, niha winda ne. Ez dikarim vê yekê bi hêsanî bibêjim; çar mehkûmên şoreşger, li girtîgeheke giravê ku dewlet weke girtîgehê bi nav dike, ev saleke winda ne. Ti têkiliya wan bi cîhana derve re nîne, kes nikare xwe bigihîne wan. Li nava derya Marmarayê, di nava pêkanînên ji yên Guantanamoyê jî girantir de, ne."
Çîçek diyar kir ku lazim e saziyên polîtîkayê dimeşînin rexnê li xwe bigirin û got, "Mehpûsiya polîtîk îro li Tirkiyeyê ne tenê li girtîgehên bejahî ye. Divê em HDP, vê bixin rojeva xwe. Mehpûsiya polîtîk ne tenê li girtîgehên Kandira, Amed, Bolûyê ye. Li vî welatî rastiyeke Îmraliyê heye. Yanî wê kêm be ku tenê mirov giraniyê xwe bide ser rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên bejahî."
ANF / STENBOL