
'Serdana KCD û BDP'ê girîng e'
Nûnerê YNK’ê ya Enqereyê Behroz Gelalî, diyar kir ku hatina heyeta BDP û KCD’ê ya Herêma Kurdistanê û ziyareta wan a bi Talebanî re pêngavek giring e û wiha got: “Ew civîn girîng bû. Li bendê ye ku di pêşerojê de pirsgireka Kurd a Tirkiyeyê bi projeyekê bê çareserkirin. Talabanî jî dê xwedî erk be. Amadekariya konferansa neteweyî jî tê kirin ev jî girîng e."
Diyalog giring e
Berpirsê Têkeliyên Derve ya Partiya Şuhî ya Kurdistanê Mihamed Şexan, diyar kir ku ziyareta heyeta BDP û KCD’ê ya Herêma Federal a Kurdistanê erênî ye û wiha got: “Em wek partiya Şuhî dibînin ku pirsgirêka Kurd dibê li her çar aliyan bi diyalog çareser bibe. Pêwîste welatên Tikiye, Iran, Iraq û Suriya vê yekê bibînin. Divê zanibin ku pirsgirêk bi êrîş, operasyon û bombebarandinê çareser nabe. Divê bê zanîn ku pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe.
Serokê Fedrasyona Saziyên ne Hikumî Adnan Enwerbeg jî diyar kir ku wekî saziyên sivîl ên li Herêma Kurdistanê piştgiriyê didin BDP û KCD’ê û wiha got: "Bi nêrîna me ferqa tu parçeyek Kurdistanê nîne. Bakûr, başûr, rojava û rojhilat yek Kurdistan û yek amanc e. Ji ber vê lazime em ji xemên hev du fêm bikin. Em xema gelê Kurd li bakûr bi xema xwe dizanîn.”
'Yekêtiya Kurdan girîng e'
Endamê Pêwendî ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê (HZK) Bêkes Qadirê jî destnîşan kir ku wan jî wekî HZK’ê Ahmed Turk ziyaret kir li ser yekitiya Kurdan rawestiyan û wiha axivî: "Em wisa dibînin ku yekêtiya Kurdan tiştek herî lazime. Me serhildana welatên erebî ya binavê ‘Buhara Erebî’ nîqaş kir. Hat destnîşan kirin ku Kurd jî dikarin fayîde ji wan serhildanan bidest bixin.”
'Divê em yekîtiya xwe xurt bikin'
Serokê Yekêtiya Netewî ya Demokratî Kurdistan (YNDK) Xefûr Mexmûrî: “Lazime em van yekêtiyên ku di navbera hêzên Kurdî de heye xurtir bikin. Em ji bo pêkanîna konfiranek neteweyî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê li der bixin. Heya ku em bikarîn setratîjek neteweyî ji bo tevgera azadîxwaza Kurd lider bixin. Lazime em yekîtiya xwe xurttir bikin. Em jî xwe ji bo guhartinên li Rojhilata Navîn ya bi navê pêktên, amade bikin.
MURAT KOLCA - DÎHA-HEWLÊR