Rêxistina BDP'ê ya Yalovayê bi tevlîbûna Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu 1'emîn kongreya xwe ya awarete pêk anî. Di salona kongreyê de pankratên "Bi Komara Demokratîk re Xweseriya Demokratîk" û "Ji şer ra na çareseriya demokratîk" hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Goze axaftina vekirinê kir. Goze, di axaftina xwe de bal kişand ser kesên di çarçoveya operasyonên KCK'ê de hatin binçavkirin û girtin.
Piştî re Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu jî bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li ser herêmê û operasyonên di bin navê KCK'ê de tên lidarxistin. Kurkçu, destnîşan kir ku helwesta hikûmetê ya nerm a di hilbijartina 12'ê hezîranê de razemeniya hilbijartinê bûn û pişt hilbijartinê muzekereyên bi tevgera kurd re hatin xitimandin û pêvajoya şer çareke din dest pê kir. Kurkçû, diyar kir ku li pişt polîtîkayên hikûmetê yên tên guherîn hilbijartina herêmî ya 2014'an hene. Kurkçu, girtina şaredarên kurd û rêveberên herêmê di vê çarçoveyê de nirxand. Kurkçû, da zanîn ku tu derdê hikûmetê yê ku bi kurdan re aştiyê bike tûneye û wiha got: "Hikûmet şûna bi kurdan re desthilatdariyê parve bike şer tercîh kir. Çimkî li gorî planên wan lêçûna şer ji aştiyê hêj girantir e. Hikûmetê piştî di pêvajoya pêşîlêvekirinê de dengên kurdan winda kirin ji bo dengên nijadperestan bigire dest bi gotinên nîjadperest kir. Êdî ji MHP'ê nîjadperestir bû." Kurkçu, got, "Em li hemberî serokwezîrê ku heya niha li Tirkiyeyê hatî ser karê yê herî hov û nezan in" û anî ziman ku ew wekî Tevgera Kongreyê dê li dijî Serokwezîrê nezan û hov muxalefetekî gelekî dijwar bimeşînin û wiha axivî: "Tevgera Kongre, kurd, jin, karker û dengêhemû kesên bindest dê bibe yek. Li hemberî hikumetê tenê kurd ne dê hemû kesên bindest birawesetin."

Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Îhsan Coşkun bu serêokê rêxistina BDP'ê yê Yalovayê. Di rêveberiya bajar de Evrîm Ozturk a ku di operasyona KCK'ê de hate girtin, Ahmet Atîlla, Evren Uçkan, Gulîzar Arslan, Emrah Arslan, Sedat Kral, Metîn Polat û Aynur Erbay cih girtin.

ANF/YALOVA