YPG’ê di daxuyaniyê xwe de destnîşan kir ku di çarçoveya asta duyemîn a ‘Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ de hêzên YPG’ê du roj berê li dijî biryargehên komên çete û çeteyên girêdayî wan ên li herêma Til Koçer rêze çalakî lidarxistine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakî bi awayekî serkeftî bi encam bûne û di encamê de gundên Xedean, Quwêtle û Mişêrfe ku li cihên stratejîk in, bi temamî ji komên çete hatine rizgarkirin.
Banga yekîtiyê
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên YPG’ê di heman demê de li dijî biryargehên komên çete yên li Girhok, Yusufiyê, Girê Fatê, Til Hecer û Sefa jî bi çekên giran çalakî lidarxistine û komên çete windahiyên mezin dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama van çalakiyan de, wesayîtek leşkerî, doçkayek 14.5, qernasek, 7 çekên ferdî hatine desteserkirin. Her wiha 34 endamên komên çete hatine kuştin û gelek ji wan jî reviyan e.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku YPG’ê wê hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê biparêze û heta ku xeteriya van komên çete li ser herêmê radibe dê ‘Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’ bidome û ev bang hate kirin: “Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku hêzên xwe yên siyasî bikin yek û di vî şerê li dijî hêzên tarî de, li kêleka YPG’ê cihê xwe bigirin.”
Ambulansên dewleta Tirk çeteyan derbas dikin
Di berdewama axuyaniyê de hat gotin ku di dema pevçûnan de komên çete birîndarên xwe bi alîkariya 3 ambulansên dewleta tirk derbasî Serxetê kirine. YPG’ê destnîşan kir ku komên çete saet di 04.00’an de hewl dan êrîşeke dijber pêk bînin, lê hêzên YPG’ê bersiveke tund dane wan û êrîşa wan vala derxistiye.
ANHA/QAMIŞLO