Rabo bi bîr xist ku wan îsal bi diruşmeya "Biratiya gelan û jiyana bi hev re ya bi rengekî demokratîk armanca me ye” xwe rakiriye û wiha dewam kir: "Em dixwazin welatekî ku her kes tê de azad û ewle bijî, ava bikin û gelê herêmê yê koçber bûyî vegerînin ser axa xwe”.

Rabo got, taybetmendiyeke îsal ew e ku gelên herêmê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bûn yek û weha peyivî: “Ji aliyê leşgerî ve hêzeke hevbeş ji YPG/YPJ’ê, Meclîsa Leşgerî ya Suryanî, Meclîsa Zêrevanên Xabûrê, Hêzên Sotoro, Hêzên Senadîd û Hêzên Asayîşê hat avakirin. Ji aliyê siyasî ve jî gelek partiyên mîna Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Çep, Partiya Lîberal û gelek partiyên din tevlî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn”.

Rabo, destnîşan kir ku ji bo avakirina civakeke bi hêz divê her kes erka tevlîbûna nava xebatan bi cih bîne û da zanîn ku ji dema îlankirina xweseriyê heta niha gelên herêmê li çand, ziman û adetên xwe vegeriyane.


‘Bîreweriya welatparêziyê xurt bikin‘

Fermandar Rabo, diyar kir ku ciwan dînamîke civakî ne, divê ew di têgehên hezkirina welat, xwefedakirin, înîsiyatîf û parastina axê debîrewer bikin û wiha pê de çû: “Hemû ciwanên me dema ku îro di bin behaneyên cûda de welatê xwe diterikînin polîtîkayên valakirina herêmê pêk tînin. Gelê Asûrî li herêma Xabûrê dema ku ji ser axa xwe koç kirin, armanca çeteyan pêk anîn û warê xwe ji wan re hiştin”.

Rabo, bang li ciwanan kir ku vegerin welatê xwe û mîrasa xwe ya dîrokî û çandî biparêzin û got: “Divê ciwan rûniştin û betalmayînê qebûl nekin. Ji vê pêvajoyê re kar û xweîsbatkirin divê”.

Metayî Rabo terikandina welat a ciwanan rexne kir û got ku divê bibin xwedî helwesteke cidî û bibin yek, Rabo gotinên xwe bi vê hevokê bi dawî kirin “Gelê me di dîrokê de rastî gelek hovîtî û zulmê hat, divê em gel û welatê xwe ji dagirkeran biparêzin”.


DIJLA YÛSIF/ANHA/TIL TEMIR