Kişanak, anî ziman ku di vê pêvajoya ku niqaşên çareseriyê tên kirin de operasyonên leşkerî berdewam dikin û xwest hemû siyasetmedar serbest bên berdan û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin û pergala cerdevaniyê ji holê rakin.

Hevseroka BDP’ê  Gultan Kişanak di axaftina xwe ya koma partiya xwe de ku  bal kişand ser rewşa Sûriyeyê jî û diyar kir ku  polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûryeyê de ku ji bo Sûriyeyê azadî, ji bo kurdan zext e, polîtîkayeke şaş e. Kişanak, anî ziman ku lazim e Tirkiye aşkera bike çima piştgiriyê dide çeteyên çekdar û çima çalakiyên li dijî vê yekê asteng dike. Kişanak, êrîşa li dijî jinan a Wêranşarê şermezar kir û xwest Wezîrê Karên Hundir bersiva vê yekê bide. 


Çûna Îmraliyê  
Kişanak, nîqaşên li ser çûna Îmraliyê jî rexne kir û wiha got: "Tam meheke çûna heyeta Îmraliyê di medyayê de tê nîqaşkirin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Heyeta BDP'ê ya biçe Îmraliyê ji roja ewil de amade ye. Lê meheke li gel serlêdan kiriye û amade ye û nîqaşê her hefte dikeve rojevê jî disa hêj hikûmetê bersiv nedaye. Em bawer dikin ku em biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê fêdeya wê li Tirkiyeyê û aştiyê bê kirin. Em ji hikûmetê dixwazin pratîk û gavên şênber bavêjin”.
Kişanak, daxuyand ku bendewarî û hêviya hemû gelê Tirkiyeyê ya ji bo aştî û çareseriyê pir zêde ye û axaftina xwe wiha domand: “Mafê tu kesî tuneye vê pêvajoyê vala derxe. Divê hikûmeta AKP'ê daxwaz, hêvî û bendewariyên gelê Tirkiyeyê vala dernexe û êdî gavên çareseriyê bavêje. Hêj pirsgirêka gelê kurd nehatiye çareserkirin. Gelê kurd li pey diyalog û muzakereyan e. "

Guhertina qanûnan

Kişanak, guhertina qanûnan jî rexne kir û anî ziman ku ligel qanûn tên guhertin jî disa encama wê nayê guhertin û balê kişand ser girtiyên siyasî û parlamenterên girtî û ev pirs ji hikûmetê kir: “Çima hûn girtiyan û parlamenteran serbest bernadin. Çima hûn diz û kujeran berdidin û çima hûn siyasetmedaran bernadin? Divê hûn vê yekê aşkera bikin.”
Kişanak, xwest bi lezgîn TMK bê guhertin û operasyonên siyasî û lekerî bi dawî bibin  û wiha got: "Divê bi lezgînî operasyonên siyasî û leşkerî bidawî bibin. Di vê pêvajoya çareseriyê de çima li Dêrsimê operasyona herî mezin tê kirin. Çima hêj pergala cerdevaniyê pêş dixin. Li aliyekî dibêjin dê pirsgirêkê çareser bikin, li aliyê din astengiyên ku li pêş çareseriyê zêde dikin. Divê operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bin. Divê girtî bên bedan û pergala cerdevaniyê bê rakirin. 

Banga 15’ê Sibatê

Hevseroka BDP’ê Gultan kişanak di axaftina xwe ya koma partiya xwe de li ser pêvajoya hevdîtinan û 14’emîn salvegera Komploya Navneteweyî jî kir. Kişanak, xwest her kes piştgiriyê bide pêvajoya muzakereyan û her kes tevlibûna rast bike û her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe.  Kişanak, ji hemû hêzên demokrasiyê û hemû kesên alîgirê aştî û demokrasiyê kir û xwest bêtir tev li vê pêvajoyê bibe. Kişanak, xwest di vê pêvajoya 15'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komploya Navneteweyî anîne Tirkiyeyê hêzê bidin demokrasiyê û ji bo vê yekê Pergala Îmraliyê ji holê rakin. Kişanak, ji hikûmetê jî xewst astengiyê li pêş çalakiyên 15'ê Sibatê rakin.

 DÎHA/ENQERE