Komîteyê da xuyakirin ku rêveçûna pêvajoyê, bi gavên AKP'ê yên biavêjin ve girêdayî ye û xwest, li dijî liv û tevgera "çeteyên xayin" ên êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, serî were hildan.
 Komîteya Siyasî ya KCK'ê, der heqê pêvajoya çareseriyê de ev nirxandin kir: "Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad ji aliyê tevgera me ve bi fedekariyeke mezin heta roja îro  hatiye meşandin. Ev 8 mehin ji aliyê gerîla û ji aliyê din ve bûyereke mirinê neqewimiye. Bêguman ev rewş daxwaza hemû alîgirên azadî, çareserî û demokrasiyê ye. Lê ev rewş bi tena serê xwe ne çareserî ye. Çareserî û rêveçûna vê pêvajoyê, bi gavên AKP biavêjin ve girêdayî ye.  Di van rojên ku li Tirkiyê gotûbêj li ser destûra bingehîn tê kirin de, daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê nîşan didin ku pêvajo dê çiqasî û çawa bi pêş ve biçe yan neçe."
KCK'ê bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a digot, 'Perwerdeya zimanê dayikê teqez di rojeva me de nîne' û ev bersiv da: "Ya yekemîn; ev helwest bi ti awayî ne li gorî rihê danûstandin û çareseriyê ye. Ya duyemîn; divê were pirsîn, tu bi kîjan mafê navnetewî, bi kîjan berpirsyariya însanî, bi kîjan erk û wezîfeyê ziman, çand, nasname û kesayeta gelekî qebûl nake, red dike? Ji xwe şerê 40 salan ne ji bo vê bû? Ma gelê Kurd gelekî parya û tu jî efediye ku dibêjî ezê vê bidim an vê nadim? Dibêjî perwerdeya zimanê dayikê qet nabe. Gelo ev ne red û înkar e, ne zilm û zordarî ye? Di vê dema sersala 21. de redkirina perwerdeya zimanê dayikê, yan bêparmayîna ji bûyerên li qada navnetewî û herêmî ye, yan jî mejiyê mêtîngeriya deshilatdar bi xwe ye."

Hewldana binpêkirina rûmetê


Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku nîqaşkirina perwerdeya zimanê dayikê, ji bo gelê Kurd tê wateya binpêkirina rûmetê û got, "Piştî têkoşîna azadiyê ya 40 salan, diyare ku ti hêz wê nikaribe xwe li ber nasname, kesayet, azadî û mafê perwerdeya zimanê Kurdî rabigire.  Divê gelê Kurd, li dijî van daxuyaniyan biherike kolanan û li her derê, di her firsendê de nerazîbûna xwe bi hêz nîşan bide. Pêwîste rewşenbîr, huqûqnas û rêxistinên civakî yên Kurd, dostên Tirkiyeyî; şoreşger, sosyalîst û demokrat dengê xwe bilind bikin. Bi vê armancê, çiqasî serhildan, çalakiyên rewa û demokratîk bên lidarxistin jî, kêm in. Divê bêjin, her tişt ji bo perwerdeya zimanê dayikê û rabin ser piyan"

Banga çalakiyan


Di daxuyaniya Komîteya Siyasî ya KCK'ê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Rêbe Apo, zêdeyî 2 sal in nikare parêzerên xwe bibîne û bi van gotinan banga tevger û çalakiyê kir: "Bi hezaran, bi dehhezaran huqûqnasên welatparêz-şoreşger û demokrat, divê li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin û tevî têkoşîna huqûqî, nerazîbûnên xwe yên demokratîk jî nîşan bidin. Divê gelê me, her rojên Çarşem û Înê, bi protestoyên mezin nerazîbûnê nîşanî vê neheqiya li Rêber Apo tê kirin, bide."

Çete hêza xwe ji Tirkiyeyê degirin


Komîteya Siyasî ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de, der heqê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de jî ev nirxandin kir: " Bi belgeyên derketine holê eşkere bûye ku rêxistina çete El Nûsra ya dixwaze şer bibe Rojavayê Kurdistanê, vê hêza xwe ji dewleta Tirk digire. AKP ya ku li Tirkiyê xwe nêzî pêvajoya çareseriyê neke, nikare li Rojava jî ji bo gelan polîtîkayeke rast bimeşîne. Tevahiya armanca wan ew e ku dixwazin pêşî li statuya xweser a demokratîk a gelê me yê li Rojava bigirin û deskevtiyên şoreşê têk bibin. Bi ambargoya aborî, siyasî û leşkerî re zext li gelê me tê kirin ku ji cih û warên xwe koç bike û bi vî rengî dixwazin pêşî li statuya xweser a demokratîk û şoreşa Rojava bigirin."

Destûrê nedin çeteyan


Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd hate kirin: "Gelê me yê li Rojava, tevî pêkanîna şoreşê, wê parastiya xwe jî bi biryardariyeke mezin pêk bîne. Pêwîste tevahiya gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat û dostên Kurdan, di warê madî û manewî de piştgiriyê bidin gelê me yê li Rojava û bi hemû hêza xwe li wan xwedî derkevin. Bi taybetî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, divê destûrê nedin ku çeteyên xayin li Kurdistanê bigerin, perwerdeyê bibînin û ji bo şer derbasî Rojava bibin. Divê gelê me li dijî vê serî rake. Şoreşa li Rojava di heman demê de şoreşa li bakur e. Şoreşa li bakur jî şoreşa tevahiya Kurdistanê ye. Bi vê têgihiştin û berpiryariyê, xwedîderketin, parastin û piştgiriya ji bo Rojava, wezîfeyeke bi rûmet a neteweyî ye."


ANF/BEHDÎNAN