
‘Pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin’
Xelîl, ji Tirkiyeyê û Hikûmeta AKP xwest ku pirsgereka navxweyî bi rêbazên aştîyane çereser bikin. Xelîl, xwest li şûna pevçûn û operasyonan pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin û wiha berdewam kir: "Em dixwazin hemû mafên xwe yên sîyasî, çandî, aborî, netewî û hwd. bi dest bixin. Pêwîste êdî giranî bidin xebatê aştîyanê. Êdî hewcêye ku têkoşîna gele kurd bi cûrêyek nû be meşandin.” Xelîl da zanîn ku çi deshilat êdî nikarin tekoşîna gelan bi tûndî çareser bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste bi sincekî hewbêş wan pirsgerekan bi rêbazen aştîyanê û diyalogê çareser bikin. Ev çêken ku navdewletî jî hatine qedexekirin bila neyên bikaranîn."
DÎHA/HEWLÊR
Rapora nukleerê û guftugo
Rapora bernameya nukleerê ya der barê Îranê de ku ji aliyê Saziya Enerjiya Atoyê ya Navnetewî (SEAN) ve hatibû amadekirin, dihate payîn ku van rojan bê weşandin, lê beriya weşandinê, rapor kete destê çapemeniyê.Di rapora Îranê de tê gotin ku Îran di kompleksa leşkerî ya li Paçîn a ku 30 km ji paytext Tehranê dûr e, ji bo ceribandina teqînê tankên pola çê dike. Her wiha tê îdîakirin ku ji sala 2004 ve di tesîsa li Paçînê de çekên nukleerî têne çêkirin.
Tê diyarkirin ku di raporê de der barê çêkirina çekên nukleerî û kiryarên din ên leşkerî yên Îranê de delîl hatine pêşkêşkirin, bi taybet jî tê gotin ku der barê xebatên vêxistina bombeyên nukleerî û sîmûlasyonên çekên nukleerî dane û delîl hatine bidestxistin.