Ji Ewropayê ji heyet tên Amedê. Profesorê Dîrokê yê Zanîngeha Londrayê Marey Davîs ê ku pirsgirêka Kurd ji nêzîk ve dişopîne û li ser pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirtûkên nirxandinê nivîsî jî bi heyetekê re hate Êlihê. Davîs, diyar kir ku ew dê tevlî mitînga Amedê bibe. Davîs, anî ziman ku neçareseriya pirsgirêka Kurd gelek zor nîn e û ev yek bi niyeta rast çareser dibe û wiha axivî: "Heke bi rastî çareseriya pirsgirêka Kurd bixwazin li şûna tecrîdê bila biçin pirtûkên Birêz Ocalan bixwînin."
'BDP bila bi IRA'yê re hevdîtinê bike'
Davîs, da zanîn ku Girava Îmraliyê weke Guatanamayê ye û wiha pê de çû: "Dema ku mirov berê xwe dide hevdîtinên Osloyê salên borî di navbera Fîlîstîni û Îsraîliyan de peyman hatibûn îmzakirin. Di vê pêvajoyê de Ocalan nexşe rê nivîsand. Li gorî min wan piştî vê yekê biryara hevdîtin bên qutkirin girt. Piştre wan biryara tecrîda li ser Ocalan girtin. Ev girav weke Guatemalayê ye. Ji Guatanamayê yê xerabtir e. Ji ber ku tu kes Ocalan nabîn e. Têkiliya wî û parêzeran hatiye qutkirin." Davîs, bilêv kir ku agahiya gelek kesan ji pirsgirêka Kurd tuneye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez dikarim bêjin gelek kesên li welatên rojavayê Ewropa û welatên weke Kanada dijîn der heqê pirsgirêka Kurd de tu tiştî nizanin. Ji ber vê yekê divê bi saziyên navneteweyî re têkiliyê danên. Disa divê bi tevgerên jinan, tevgerên bazirganiyê û aştiyê têkilî bê dayîn. Lê niha têkiliyeke wisa tuneye."
Davîs, destnîşan kir ku ji mitîngekî wisa re dereng man lê pêkanîna mîtîngê ya îro jî pir girîng e û wiha axivî: "Ez bêjim ev dê gelek baş be. Mirovên Iraq jî divê tevlî vê çalakiyê bibin. Ez çûm Iraqê jî Kurdên li wir bêtir nêzî azadiyê ye ji yên Tirkiyeyê. Ez bêjim Kurdên li Suriyeyê û Îranê nayên vê çalakiyê. Ez gelek keyfxweş im ez li vir im.
Davîs, da zanîn ku divê BDP bi IRA'yê re hinek hevdîtina bike û wiha pê de çû: "Niha wekîlên BDP'ê hene. Ew dikarin bi ÎRA'yê re hevdîtina hinek nêrînan bikin. Ji ber ku ÎRA'yê li hemberî hikûmeta Îngîltereyê hinek serkeftin bi dest xistin. Ew hevdîtin ji bo BDP'ê di mijara polîtîkayên Kurd de dê baş bibe."
DÎHA/AMED