Jinên di polîtîkayê de çalak û di nava tevgerên feminîst ên de cih digirin ên weke Hediye Guzel, Ann-Margarethe Livh, Naile Aras û Yekbûn Alp û 13 jinên din ên Swêdî dê ji bo hevdîtin bi jinên Kurd ên girtî re pêk bînin, dê biçin Kurdistanê.
Şandeya jinên Swêdî, dê di 19-20’ê adarê de li Kurdistanê bi sazî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, şaredar, dayîkên aşitî yên li pişt şibakên hesinî, parlementerên jinên BDP’ê re hevdîtin pêk bînin û piştre beşdarî pîrozbahiya cejna Newrozê ya li Nisêbînê bibin. Di nava van jinan de Parlementera berê ya Partiya Çepgir û Endama Rêveberiya UNIFEM’ê Marianne Eriksson jî heye. Şandeya jinan dê bi Alîkarê Hevserokê BDP’ê yê ji Polîtîkayên Derve berpirs Nazmî Gur, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr û Şaredarê navçeya Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş re hevdîtin pêk bînin.
Jinên Kurd û Swêdî dê di 20’ê adarê de beşdarî pîrozbahiya Newroza Nisêbînê bibin û piştre jî bi Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û nunerên sazî û rêxistinên jinan re bicivin. Piştre jî dê tevî Dayîkên Aşitiyê biçin serdana Parlementera BDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a di Girtîgeha Mêrdînê de tê ragirtin.
Piştre, dê li Amedê bi Dayîkên Aşitiyê re hevdîtin pêk bînin, piştî wê jî biçin serdana Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak a ku di Girtîgeha Amedê de tê ragirtin. Piştî wê jî, dê bi gelek rêxistin û saziyên jinan re hevdîtin pêk bînin û ji bo hin hevdîtinan jî biçin Stenbolê. 

ANF/GOTEBORG