
Karayılan bal kişand li ser konseptên li ser Qendîlê û wiha got, “Wekî tê zanîn êrîşên Îranê yên li hemberî Qendîlê wekî perçeyek konsepta Tirkiyeyê hatibû lidarxistin. Di pişt konsepta beriya niha ya Suriye û Îran tevil bûn de jî hêzên navnetewî hebûn. Di dema nû de jî cardin xwestin vê konseptê nû bikin. Lê di şerê li Qendîlê qewimî de bi rastî berxwedana gerîlayan hêjayî textîrê ye. Di berxwedana Qendîlê de car din hat dîtin ku Tevgera Azadiya Kurd, di warê leşkerî, siyasî û rêxistinî de gelek bi hêz e. Bi taybet, berxwedan û lehengiya Alîkarê Fermandarê Giştî yê HRK’ê yê girêdayî PJAK’ê rêheval Sîmko hêjayî textîrê ye. Rêheval Simko bi pratîk berxwedana xwe fermandarî û pêşengiya fermandiraya rast nîşanê me hemûyan da.”
Karayilan destnîşan kir ku Îranê ketibû defa AKP’ê û got; “Encamên vê berxwedanê derxistine holê û disa ji ber ku Îranê jî dengeyên heremê cardin tên guhertin dît, pêwîst bû ev şer raweste. Lewre Îran ketibû defa AKP’ê. Ger şer nerawestiya be dibê ku şer vegere şerê PKK-Îranê, vê jî tu xizmet ji gelê Kurd re nedikir. Li ser daxwaza herdû aliyan ev agirbest hat îlankirin. Her wiha Îran ji xwe, ji bo şereke mezintir ya li hemberî êrîşên navneteweyî amade dike. Îran dewletek mezin e, hêza wê ya şer heye. Tevgera Kurd jî ev nêzî 30 sal e şer dike û bi hêz e, şerê van herdû hêzan tu feydeyê nade aliyan. Em hêvî dikin ku ev agirbesta di navbera PJAK û Îranê de bibe sedema dostiniya Kurd û Îranê.” Karayilan der barê valakirina girê Casûsan ê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê de jî diyar kir ku gerîlayan bi vîn û îradeya xwe vala.
Karayilan bal kişande ser girîngiya xebatên siyasî yên PJAK’ê û got; “Tirkiye her roj êrîş li me dike û nayê çareseriyê. PJAK’ê agirbest îlan kir Îranê jî qebûl kir, lê me li Tirkiyeyê heta niha 8 caran agirbest îlan kir, wan tenê yek jî qebûl nekir û operasyonên xwe nerawestandin.”
Karayilan: Tirkiye û Îranê zext li Zonoozi kirin
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan der barê doza Roj TV a ku di 15’ê tebaxê de li Denmarkayê dest pê kir de daxuyaniyên girîng da û îdîayên rêveberê yê Roj TV Manoucher Tahsili Zanoozi ku der barê Karayilan de dabûn, derewand.
Karayilan der barê îdîayên Zonoozi de got; “Lê ew dibêje ku min gotiye; “Min 16 milyon euro daye we, we çi jê kir” ev yek bi temamî derew e. Beriya her tiştî mêvan bûn. Me bi awayeke herî baş û erênî ew hewandin û tu nîqaşên wiha çênebûne.”
Karayilan der barê doza Roj TV û îdîayên Zonoozi de wiha axivî; “Hemû hewldanên dewleta Tirk bi rêgez û zagonên demokratîk ên çapemeniyê yên Danîmarkayê re rû bir û mane û di ber avê de çûne. Lê diviyabû Serokwezîrê dawîn ê Danîmarkê Rasmussen bibûya Sekreterê NATO’yê û ji bo vê jî pejirandina Tirkiyeyê pêwîst bû. Tirkiyeyê jî şertê girtina Roj TV’yê pêşkêşê Danîmarkayê kiriye. DYA li vir ketiye dewrê û aliyan li hev anîne. Roj TV xizmeta ziman, çand, wêjeya Kurdî dike û her wiha pêkanînên derveyê mirovahiyê yên dewleta Tirk aşkere dike.” Karayilan da zanîn ku Zonoozî di encama komployan de hatiye vê rewşê û wiha got: “Bi taybet der barê min de hin tişt di dadgehê de gotiye û bi rastî jî hemû îfadeyan berovajî kiriye. Dixwazim li vir bi riya we mafê xwe yê bersivdanê bi kar bînim: rast e ku kes hatiye gel min. Ew û xebatkareke din ê Roj TV hatin serdana me. Gelek rojnameger, siyasetmedar, rewşembîr û heta karsaz tên serdana kampên me. Ew jî weke xebatkar û rêveberên Roj TV hatibûn” Karayilan da zanîn ku îstîxbarata Îran û Tirkiyeyê Zonoozî bi kar anîn. Karayilan got divê hiqûqa Danîmarkayê dê rastiyê derxe holê û nabe amûrê dewleta Tirk a dagirker û înkarker û doza li hember Roj Tv li hember mafên rewa yên Kurdan e.
ANF/BEHDÎNAN