Li dijî qedexekirina PKK'ê û ji bo şermezarkirina qetilkirina Tahîr Elçî li paytexta Swêdê Stockholmê xwepêşandanek hat lidarxistin. Kurdistaniyan bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin, xwepêşandan pêk anî. Di xwepêşandanê de tevî wêneyên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, alên PKK, PJAK, KCK, YPG´ê hatin hilgirtin. 


Qetilkirina Tahîr Elçî 

Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de belavoka bi serenavê "AKP'ê Tahîr Elçî qetil kir" hat xwedin û belavkirin. Piştre jî çalakgeran slogan "Kujer Erdogan" got û çalakiya rûniştinê pêk anî.

Li bajarê Elmanyayê Offenbûrgê jî, bi pêşengiya Dîe Lînke komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de bi sedan kes  amade bûn û Tahîr Elçî hat bîranîn. 


´Dewleta kujer wê hesab bide´

Li bajarê Dortmûndê jî qetilkirina Elçî hat protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên, “Kujer Erdogan”, “Dewleta kujer wê Hesab Bide” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin û li hember qetilkirina Elçî hêrsek mezin hebû.

Li bajarê Elmanyayê Kolnê li pêşiya Dêra Dom daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Nûner û endamên NCDK, AGÎF, Federasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa qetilkirina Elçî rûreş kir. 

Li bajarê Hambûrg ê Elmanya qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û qedexeya PKK’ê ya li Elmanya hat protestokirin. Di meşê de daxwaza tavilê serbestberdana girtiyên PKK’yî û ATÎK’î hat kirin. Di serê korteja meşê de jî wêneyê Tahîr Elçî hatin hilgirtin. 

Li Wuppertal jî bi pêşengiya NCDK´ê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Elçî hatin hilgitrin û dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Em hemû Tahîr Elçî ne”, “Şehîd Namirin”, “Wê qatil hesap bidin” hatin gotin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN