
‘Dê êdî PKK'ê li hemberî xwe bibîne'
Demîrtaş destnîşan kir ku ew amadekariyên Newroz û 8’ê Adarê dikin û got; “Li heşt bajaran civînên herêman hebûn. Fatma Kûrtûlan van xebatan dikir. Ji bo vê yekê asteng bikin, Fatma Xanimê girtin. Ew dixwazin pêkhateya me birûxînin, em jî hewl didin li ser lingan bigirin. Em naxwazin ber bi aliyeke din ve biçe. Ji ber ku ger em partiyê li ser lingan negirtin, gel dê berê xwe bide aliyeke din. Ger deriyê siyasetê girtî be, dê biçin çiyê. Ger heta bi parlementeran biçe û hemû tasfiye bikin, dê li hemberî PKK’ê bibînin, ne BDP’ê.”
Veqetînek heye
Demîrtaş destnîşan kir ku cemawera partiya wana nerazîbûnên tund nîşanî vana operasyonan didin û heta dibêjin ‘ji parlementoyê vebikişin’ hinek jî dibêjin ‘partiyê bigirin. Demîrtaş wiha domand; “Veqetînek heye. Li hemberî peyva “aşitî” pir hêrs bûne. Heta hinekan ji me re got ‘êdî nebêjin aşitî, ne jî biratî’. Em hewl didin ku hêza siyatê xurt bikin. Lê ew (hikûmet) vê yekê xirab dikin Heta niha tu ziyan nedane PKK û KCK’ê. PKK û KCK pir bi hêz bûne. Lê belê zirarê didin BDP’ê.
Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re berdewam bikin. Ez mehên bihar û havînê pir xeter û metirsîdar dibînim. Li hemberî van hemû pêkanîn û kiryaran, dîsa şansek ê manewrayê yê hikûmetê heye. Dikare rê li ber pêvajoyeke nû vebike. Ger bêje ‘Ez nakim, ez ê PKK’ê bi operasyonên leşkerî tune bikim’ dê demsalên bihar û havînê de şer û pevçûnên dijwar biqewimin.”
ANF/ENQERE