
Xerîb, anî ziman ku êrîşen li ser Roj TV êrîşek beramberî gelê Kurd e û komployek navnetêwî ye. Xerîb, derbarê pêkhatîna paşaroja ragihandina Kurdî de agahî da û got: “Ragihandina Kurdî bi taybetî jî ragihandina azad ya Kurdan gelek zext û zordarîya gele Kurd derxist holê û dengê Kurdan gihand cîhanê. Li gelek deverên Kurdistan dewleta Tirk komkujî pêk anîn. Li Qandîl, Qilaban, Amed, Dersîm, Gelîyê Tîyara û hwd. Lê ji xeynî Roj TV tu televîzyon wan behsa van komkjiyan nekir. Berîya wê jî dewleta Tirk hewl dida ku televîzyon û alaw amûrên ragihandinen azad ye Kurdan bigire. Armanca yekêm ya dewleta Tirk û dewleten dagirken weşartina krejîşa wane. Ji ber we yekê jî hewl didin ku ragihandinen azad bedeng bikin. Di alîyek sedan rojnamewana digrin di alîyek din jî dezgahên ragihandinê ya Kurdan digrin.”
Piştê ku semîner bi dawî bû kesên ku tevli semînerê bûn, bi îmzeyan piştgirî dan kampanyaya îmzeyên ji bo derxisina leşkerên Tirk.
ANF/HEWLÊR