
Kurdên li DYA’yê dijîn, ji bo DYA balefirên şer ên bê mirov ên ku dikarin fuzeyan hilbigirin (Predator), nefiroşe Tirkiyeyê, dest bi hewldanan kirin. Kurdan tevî rêxistinên li dijî şer dest bi kampanyayê kirin û name ji endamên kongreyê yên eyaletên ku lê dimînin re dişînin, banga “Nebin hevkarên sucên Tirkiyeyê” dikin.
Piştî ku di encama agahiya sîxûrî ya balefirên bê mirov ên DYA’yê li Roboskiyê 34 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan, Tirkiye niha jî dixwaze balefirên şer ên bê mirov ji DYA’yê bikire. Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, di gulanê de, di dema civîna NATO’yê de bi Obama re hevdîtin pêk anîbû û vê daxwazê kiribû.
Dîsa, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî di hevdîtina xwe ya li Meksîkayê de di vê daxwazê de israr kiribû. Obama jî dabû diyarkirin ku ev biryar tenê kongre dikare bide û ragihandibû ew ê ji bo razîkirina endamên kongreyê tişta ji destên wî tên bike.
Tê payîn ku di demek zû de ev qanûn biçe rojeva kongreyê û gelek caran qanûnê wiha bi awayeke bêhemdî têne erêkirin. Endamên kongreyê yên li dijî firotina van balefiran, ji ber şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê û hewldanên wê yên ji bo desthilatiya li ser Rojhilata Navîn, daxwazin van balefiran bifiroşin Tirkiyeyê.
Ji bo endamên kongreyê bangewazî
Piştî ku ev mijar hat rojeva hikûmeta Obama, Kurdên li DYA’yê dijîn dest bi kampanyayan kirin. Kurdan xwegihandin hemû rêxistinên şer û ji wana xwest ku piştgirî bidin kampanyayê. Kurd li eyaletên ku lê dijîn, name ji endamên kongreya DYA’yê re dişînin. Dîsa, Kurd û dostên Kurdan, diçin serdana endamên kongreyê banga “Van çekan nefiroşin Tirkiyeyê”. Kurd ji endamên kongreyê dixwazin ku dest ji firotina çekan bo Tirkiyeyê berdin û nebin hevparê şerê Tirkan ê li hemberî Kurdan.
'Bila DYA ji bo aştiyê hewl bide'
Daxuyaniyeke wiha ji nunertiya BDP’ê ya Washingtonê jî hat. BDP’ê di daxuyaniya duh da çapemeniyê de bang li raya giştî ya DYA û hikûmeta Washingtonê kir û bi bîr xist ku di meha berfanbara 2011 de 34 zarok û ciwanên Kurd ên sivîl li Roboskiyê di encama îstîxbarata DYA’yê de hatin kuştin. BDP’ê ji Obama, çapemenî û gelê DYA’yê kir ku li hemberî zilma AKP’ê ya li ser Kurdan bê deng nemînin. BDP’ê got; "Çawa ku di navbera ANC-Mandela û hikûmeta Efrîkaya Başûr de, di navbera IRA-Sinn Fein û Îngilîstanê de diyalog û muzakere pêk hatin, divê bi heman awayî bi Birêz Ocalan re jî ji bo aşitiyê muzakere bêne kirin. Ev serkeftin bi hewldanên DYA’yê pêk hatiye. Divê ji bo pirsgirêka Kurd jî rolek bi heman awayî bileyîze. Divê êdî hikûmeta Tirk jî êdî qebûl bike ku heta bi Rêberê Kurdan Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk neynin, pirsgirêka Kurd çareser nabe."
Saziyên kampanyayê dane destpêkirin: Kurdish American Youth Organization (KAYO) , Parêzvanên Mafê Mirovan KNC-NA, New England Kurdish Association (NEKA), American Kurdish Association, California Kurdish Community Center (ÇKCÇ) , Kuardish Youth Council and Georgia Kurdish Community, û Atlanta Kurdish Community Association.
Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin serdana navnîşana malpera înternetê ya li jêrê bikin: http://www.nodrenestoturkey.com
WASHINGTON
'Hedefa Tirkiyeyê Kurd in'
Artêşa Tirk, ji DYA’yê balefirên li hemberî gerîlayan agahiyên rast û bi lez kom dikin, li gel vê jî dikarin pêlên radyoyê kontrol bikin û bi guhdarkirina bêtêlan cih tesbît bikin kirê girt. Komîteya Pêkanîna Pîşesaziya Parastinê biryar da ku balefirên bê mirov ên ANKA yên ji aliyê Tirkan ve hatine çêkirin, çekdar bike. Heman komîteyê biryara taloqkirin kirîna fuzeyên lûlledirêj da. Hedefa sereke ya çekdarbûna Tirkiyeyê jî Kurd in.
Tirkiyeyê li hemberî balefirên bê mirov ên Predator ku DYA naxwaze bide Tirkiyeyê, formulek nû dît. Ji DYA’yê 5 balefirên keşfê yên bi mirov kirê kir. Tirkiyeyê ji bo kirîna 3 Super Cobrayê yên ku ev demek bûn hatibûn rawestandin, dest bi hewldanan kir.
Qesra Spî jî ji bo balefirên keşfê bide Tirkiyeyê formulek ku Kongreyê jî derbas dike dît. Ji bo wergirtina van balefiran, pêwîstî bi erêkirina rêveberiya DYA’yê jî tune ye, dê bi rêya şîrketên taybet bikire. Tirkiyeyê balefirên şîrketên Amerîkayê kirê kir. Karûbarê vê yekê bê ku tu hewldaneke dîplomatîk di navbera Washington û Enqereyê de bê kirin, hat çareserkirin.
Ji ber peymana rayedarên DYA û Enqereyê, tîpê van balefirên ku kirê dane Tirkiyeyê nayên aşkerekirin. Lê tê diyarkirin ku di nava vana de 5 heb balefirên King Air 350 jî hene. Wezareta Parastinê beriya niha ragihandibû ku balefirek ji 5 balefirên keşfê yên bi mirov gihiştiye Tirkiyeyê.
Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê Interfaxê, di nûçeya der barê mijarê de ragihand ku ew balefir dikarin pêlên radyoyan jî bişopînin. Dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê guhdarî dengên bêtêlên gerîlayan bike û cihê wan tesbît bikin.
Hewldan ji bo kobrayên super
Tirkiyeyê ji bo 3 Super Cobra yên ku firotina wan di 28’ê cotmeha 2011 de ji aliyê rêveberiya DYA’yê ve hat qebûlkirin û di gulanê de hat ragihandin, jî name şand. Tê payîn ku bihayê van helîkopteran 111 milyon dolar be. Rêveberiya Washington, weke di firotina çekên din ên bo Tirkiyeyê de, ji bo van helîkopterên super jî ne dilxweş e. Lê tê diyarkirin ku ev helwesta Washingtonê ji bo zêdekirina bihayê wê û kêmkirina nerazîbûnên navxweyî ye.
Komîteya Pêkanîna Pîşesaziya Parastinê biryar da ku balefirên bê mirov ên ANKA yên ji aliyê Tirkan ve hatine çêkirin, çekdar bike. Heman komîteyê biryara taloqkirin kirîna fuzeyên lûlledirêj da. Hedefa sereke ya çekdarbûna Tirkiyeyê jî Kurd in. Di civîna Komîteya Pêkanîna Pîşesaziya Parastinê ya ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan serokatiya wê kir de Serfermandarê Artêşa Tirk û Wezîrê Parastinê beşdar bûn.
MOSKOW