
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji Newroz TV re axivî û mijarên di rojevê de bûn nirxand. Karayilan di axaftina xwe de behsa tekoşîna fermandara gerîlayan Viyan Soran (Leyla Walî Hisên) a ku di sala 2006 de bi boneya şermezarkirina komplo tecrîdê agir berda bedena xwe û got; “Di wê demê de hevala Viyan bi çalakiya xwe peyamekê da û peyama wê gihişt cihê xwe. Lê piştî vê xweşewitandin ne tişteke rast e.”
Karayilan der barê tekoşîna Viyan Soran de wiha axivî; “Divê her ciwanek Kurd nameya Hevala Viyan ji nû ve bixwîne. Ji bo derdor û hevalan baweriyeke xurt çêkiribû. Ji bo wê yekê jî di sala 2003 de cıvata Kongra-Gel pêk hat û bû endama Konseya Rêveber a Kogra-Gel. Hê 22 salî bû rêveber. Di jiyana xwe fedekariyeke mezin kir. Xebateke pir bi rûmet pêş xist. Baweriyeke pir mezin dabû hevalan. Di sala 2004 de, di nava tevgera me de hin alozî pêk hatin. Yên ku dixwestin di tevgerê de hin guhertinên berovajî çêbikin. Di vê demê de jî xwedî helwestekî bi presîb bû. Tekoşîna wê li hemberî xeta xiyanetkar xurt bû. Di sala 2004 de Komîteya ji Nû ve Avakirina PKK’ê ji 12 hevalan pêk dihat û ew jî di nav de bû. Di wê temenê xwe yê ciwan de cih girt. Piştre jî di nava refên YJA-STAR û HPG’ê de jî cih girt."
'Xweşewitandin nayê qebûl kirin'
Karayilan piştî ku qala têkoşîna Viyan Soran kir bi taybetî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd û wek tevger jî ew çalakiyên xweşewitandinê rast nabînin û ev bang kir: " Di wê demê de hevala Viyan bi çalakiya xwe peyamekê da û peyama wê gihişt cihê xwe. Lê piştî vê xweşewitandin ne tişteke rast e. Ez dixwazin di salvegera çalakiya hevala Viyan de bi aşkereyî bibêjim; ji ber ku 15’ê Sibatê nêzîk dibe û tecrîd li ser Rêber Apo heye. Di demeke wiha de divê ciwan xwe neşewitîni. Divê vê komploya navneteweyî bişkînin.
Divê şûna vê beşdar bibe. Yanî beşdarî serhildanê, tekoşînê, gerîla û tekoşîna civakê bibe. Divê xwe berpirsyar bibîne. Ne dawî li jiyana xwe bînin. Her ciwaneke xurt divê weke agir tekoşînê bikin, ne ku bedena xwe bidin ber agir. Ev yek ne rast e. Divê xwe neşewitînin. Bila di nava refên gerîla û ciwanan de tekoşînê xurt bikin."
'Yên qala tehdîdê dikin li pey rantê ne'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Pir kes hene dixwazin em navê wan zikir bikin û rexne bikin û piştre jî biçin rant bikin û bêjin ‘PKK’ê em tehdît kirin, ka rê bidin me’. Di daxwazin bi vê rêyê xwe bigihînin armanca xwe. Beriya vê ez axivîm, min navê kesekê negot. Lê hinekan girte ser xwe. Tekoşîna azadiya Kurdistan gihiştiye qonaxeke pir girîng. Di warê bîrdozî, siyasî, civakî di her warî de em li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk di nava tekoşînê de ne. Em baş dizanin ku bi pêşengiya AKP û Cemeeta Gulen rêbazên nû bimeşînin û dixwazin çîneke hevkar çêbikin û bi vî awayî tekoşîna azadiya Kurdan lewaz bikin."
'Li hember lîstikan hişyar bin'
Karayilan bal kişande ser lîstik û hewldanê xapandinê yên dewleta Tirk û bi van gotinan banga hişyariyê li her kesî kir: "Hewldanên wan ên bi vî awayî hene. Em naxwazin tu kes bikeve nava van lîstokan. Ji berk u di dîrokê de jî dijmin her tim serhildanên gelê Kurd bi vê rêbazê pelixandine. Niha jî dixwazin vê lîstokê bidin leyîstin. Divê her kes li hemberî vê yekê hişyar bin. Divê mirov bersiva vana nede. Lê dê hinek bêjin qey tiştên dibêjin rast in. Ev yek ne rast e. Em bi xwe naxwazin bersiva wana bidin. Ew ne muxatabên me ne. PKK dixwaze yekitiya gelê Kurd çêbike û PKK dixwaze, rêxistinên Kurd li ser esasê neteweyî yek bin. PKK ji hizirên cûda re heta dawiyê rêzdar e. Me ev yek di hilbijartina 12’ê Pûşperê de dît. Digotin PKK tehemula nêrînên cûda nake, yên li dijî xwe tehdît dike, ev yek ne rast e derew e. Radibin bi her awayî em sucdar dikin. Dema em bersiv didin, dibêjin PKK’ê em tehdît kirin. Kê te tehdîd kiriye. Evane derew in. Dixwazin li ser vê yekê siyasetê bimeşînin."
'Me zext li kê kiriye?'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan li ser asta şerê psîkolojîk ê tê meşandin jî rawestiye û wiha berdewam kir: "Em naxwazin zêde li ser vê yekê biaxivin. Em di demek girîng de ne. Ev de ji bo gelê Kurd pêwîst e. Em li ser vê radiwestin. Em dixwazin bi taybet siyasetmedarên Kurd, rewşembîrên Kurd ên serbixwe heqîqetan baş bişopînin. Derfetên dewletê pir in. Bi dehan rojname û televîzyonên wan hene. Pereyên wan hene. Her tiştan berovajî dikin. Tiştên tune weke heyî nîşan didin. Divê hemû gelê me yê welatparêz yek bin. Evane ne rast dibêjin. Me kengê zext li wan kiriye. "
'Me têkoşîneke zehmet derbas kir'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat têkildarî têkoşîna tund a di şert û mercên giran de hat meşandin û heta van rojan jî berdewam kir mînakên balkêş dan û wiha got: " Divê gelê me û dostên me vê yekê baş bizanin. Dema em derketin Libnanê, gel Filistiyaniyan, hejmara me nêzî 300 kesî bû. Wê demê şert û merc pir zor bûn. pêwîstî bi tekoşînê hebûn. Em vegeriyan welêt. Hevalên me Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay di zîndanê de li ber xwe dan û em jî li çiyê. Niha ji wan 300 hevalan tenê em 10 kes mane. Hin kesên din îxanet kirin, ew tên zanîn. Lê yên din hemû şehîd in. Hemû hevalên me hemû hatin vê qada şer. Serokatî jî di nav de em hemû bi dehan car bi tesaduf rizgar bûn. Mînak ez sê caran birîndar bûm. Ew 10 ên mane jî gelek ji wana birîndar bûn û di şert û mercên zor de derbas bûn. Gelo em kî ne? Em fedayê vî welatî ne. Em dixwazin vî welatî azad bikim me canê xwe feda kiriye. Niha tiştek ê me yê şexs heye gelo? Tune . Nêzî 20 hezar şehîdên me hene. Ji nêzî 200 hevalên îsal şehîd bûne, nêzî 6 kes ji rêveberiyê ne. PKK tevgereke fedayî ye û zelal e."
'PKK hêza azadî û demokrasiyê ye'
Karayilan destnîşan kir ku avabûn û felsefeya PKK'ê li ser xwefedakirina jiyaneke birûmet e û li ser taybetmendiyên PKK'ê wiha axifî: "Ji bo jiyaneke bi rûmet a ji bo vî gelî em xwe feda dikin. PKK desthilatiyê naxwaze, di bernameya wê de tune ye. PKK nakeve pey jiyaneke kesî û taybet. Ya me tenê xizmet e. Xizmeta azadî, demokrasî, wekhevî, biratiya gelan, xizmeta jiyana azad e. Bila her kes bizane dê tekoşîna azadiya Kurdan bi ser bikeve. Yanî bi hewldanên AKP û Gulen ên ku ji bo parçekirina Kurdan pêş dixin, tiştek wiha nabe. Gelê me van tiştane baş dizane. Doza gelê Kurd dozeke mezin e û li holê ye. hewldanên cûr be cûr hene, hatine ceribandin, lê bi ser neketine."
'Hedef sermayeya Kurd e'
Têkildarî pêşnûmaya ku dixwazin zextê li karsazên Kurd bikin û wan biçewisîn jî Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan nerînên xwe wiha rêz kirin: “Tansû Çîllerê berê got di berîka min de lîsta karsazên Kurd hene û piştre jî karsazên Kurd ên weke Savaş Bûldan û Behcet Can kuştin û yên din jî xistin di bin kontrola xwe, lewaz kirin. Yên teslîm bûn teslîm bûn, yên din jî îflas kirin. Yanî naxwazin Kurd dewlemend bibin. Ger dewlemend jî bin dixwazin bi xwe ve girêbidin. Naxwazin karsazên Kurd hebin. Ji ber ku ji vê yekê ditirsin. Tansû Çîllerê çawa karsazên Kurd da paş û li şûna wê hinek ên din dan pêş. Ev jî hewldaneke weke wê ye. Me tu alîkarî ji karsazên Kurd negirtiye, ji ber ku em bi mesafe nêzîkê vê yekê dibin. Em dixwazin sermayeya Kurd çêbibin."
'Şaredarî xeta me ya sor in'
Karayilan têkildarî êrîşên bi hincetên cûda li hember şaredariyên BDP'ê pêk tên axifî û wiha got: "Dibêjin pere ji şaredariyan digirin. Şaredarî xeta me ya sor in. Ger çeperek a welatparêzan hebe, em ji bo tekoşîn û mafê gel canê xwe didin. Ne ji bo sermaye û pereyan. Ger gendelî di nava van şaredariyan de hebe, em bi xwe jî li dijî vê ne. Lê tiştek wiha tune, ev propaganda ne. Ew jî dizanin tu tişteke wiha ne. Îstîxbarata Tirk jî vê polîtîkaya me dizane. Divê bi awayeke şefaf xizmet were kirin. Em ji bo vê yekê dixebitin. Evane hemû derew û senaryo ne. Di xwazin şaredariyên welatparêz ên Kurdan û karsazên Kurd bixin di bin zextan de û yên xwe yên sexte li şûna wan deynin."
Gorên komî...
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan gorên komî yên li her derê Kurdistanê derdikevin ser rûyê erdê jî di nirxandina xwe de girtin dest: "Li Kurdistanê her roj hestî derdikevin. Saziyên mafê mirovan cihên gorên komî diyar kirine û lîste derxistine. Lê dewlet naxwazin van gorên komî derbikevin. Niha gelek hestî di encama zext û hewdanên malbat û van saziyan de hatine derxistin. Evane kî ne? Yan ên hevalên me ne û an jî yên dilxwazên me ne. Ji bo marjînalkirina tevgera me, ewqas mirovên me şehîd kirin û dixwazin li ser vê yekê re jî me tawanbar bikin. Dixwazin me tawanbar bikin. Me dikujin, wenda dikin û me tawanbar dikin. Ev yek di bûeyra Roboskiyê de jî wiha bû."
'Bi rêbazên cûda qirkirin didome'
Karayilan destnîşan kir ku siyaseta tinekirin û înkarê niha bi rêbazên cûda berdewam dike û wiha got, "Berê kuştin hebû, niha jî mirovan diavêjin girtîgehê. Jixwe Mehdî Eker jî digot ‘berê dikuştin, lê em nakujin wana diavêjin girtîgehê ma ev ne baştir e? Ma ne tu wana ji kuştinê xirabtir dikî. Evane jî naçin ser rê. Ji ber ku tenê şêwaz guhertine. Ciyawazî tenê di vir de heye. Lê dê tekoşîna azadiyê hesabê van kiryar û hestiyan bipirse. Em dibêjin bila komîsyona dad û heqîqetan çêbibe. Dê evane hemû aşkere bibin. Dibêjin yên dewletê kuştien, PKK jî kuştine. Lê PKK bi aşkereyî digirt ser xwe. derewan dikin. Yên ku vana kuştinan pêk anîne dewlet û rayedarên dewletê û Hizbî Kontra ne."
'Divê gelê me yekîtiya xwe xwurt bike'
Karayilan destnîşan kir ku di pêvajoya li herêmê guherînên girîng pêk tên de ji bo Kurdan ya herî pêwist avakirina yekîtiya Netewî ye ev bang kir: "Niha Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê pêvajoyên girîng hene. Ev yek li Rojhilatê Kurdistanê jî wisa ye. Ez dixwazim bi rêya we silavên xwe pêşkêşê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikim. Li her derê pêwîstî bi yekitî heye. Jixwe xebatên Kurda li Rojhilatê Kurdistanê hene. PJAK’ê agirbestekê îlan kiribû. Em hêvîdar in ku ev agirbest ji aliyê her du aliyan ve berdewam bike. Gelê me yê Rojhilat jî xwe bi rêxistin bike. Tiştê niha pêwîst yekitî û hêz e. Ev yek li her çar aliyan pêwîst e. Ev yek ji bo Rojava ye jî. Divê gelê Kurd jî bikaribe êdî li Rojhilata Navîn xwedî helwesteke hevpar bin. Divê meslîsan xwe avabikin û xwedî hin tiştên neteweyî bin."
'DYA pirsgirêk li cîh hiştin'
Karayilan bal kişande ser pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê yên ne hatin çareser kirin û ev nirxandin kir: "Me nêzîkatiya wan li Başûrê Kurdistanê dît. Amerîka hate Iraqê, li Iraqê bû desthilat. Meselaya Kurd bi temamî çareser nekir û çû. Niha pirsgirêka Kerkûk û cihên din pirsgirêkên cidî ne. Ev zêhniyeta înkara Kurdan e. Divê ev înkar rabe. Ev çalakiya Kurdan li Ewropayê ya bi navê “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statû” çalakiyeke hêja ye û di heman demê de çalakiyeke pêşeng e.
'Pêvajoyeke girîng li pêşiya me ye'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan têkildarî girîngiya pêvajoya pêşiya me de jî nirxandinên girîng kirin û bi van gotinan li ser girîngiya pêvajoya em tê re derbas dibin rawestiya:"Ji ber ku em dixwazin me sibatê, 13. salvegera komployê, sala 14. divê bib sala şkandina komploya navneteweyî, azadiya Rêber Apo. Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya hemû Kurdan e. Azadiya 8 hezar girtiyan e. Ji bo wê em dixwazin hemû saziyên me, kesên me li welat û derveya welat bixebitin. Hemleyek nû ji bo azadiyar Rêber Apo bînin rojevê. Ev rojev jî ez bawer dikim wê komcivîn û konferans hebin û rojeveke nû pêş bixin. Gelê me berê bi girseyî vê rojê şermezar dikir. Lê divê di vê salê de bi awayeke xurtir protesto bikin û înkara li ser Kurdan rabe û Rêber Apo azad bibe. Em bang li hemû ciwan, jin, sazî û hemû gelê Kurd dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo li her cihê kul ê ne, tekoşînê xurt bikin û çalakiyan li dar bixin. Rêber Apo herî dawî hevdîtina bi malbatê re qebûl nekir. Me berê jî vê yekê şîrove kir. Ev helwestek pir bi wate ye. Em nizanin li Îmraliyê çi diqewime. Yanî li wir zilmek heye û ji wir bangek heye. Divê em baş bixwînin. Rêya Şehîd Viyana rêya azadiyê ye. Bi fedekarî pêşxistina tekoşînê ber bi enamê ve dibe. Bi rastî, şehîdên weke Xebat Dêrik, Rûstem Cûdî, Elîşêr Koçgırî, Şehîd Çîçek, Şehîd Simko, Şehîd Baz û hemû şehîdan. Herî dawî şehîd Robar bi qehremenî şehîd bû û peyameke xurt dane gelê Kurd."
'Meşa dirêj silav dikim'
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan peyamek ji bo beşdarên Meşa Dirêj a ji Cenewreyê destpê kir û heta Strasbourgê dê bidomê şand. Karayilan ku bi berfirehî li ser wateya çalakiyê rawestiye meşvan silav kirin û ji bo wan ev peyam şand: "Ez meşa li Ewropayê silav dikim. Ji berk u meşeke taybet e. Ne ji rêzê ye, siyasemedar, hunermend, dost û kesên aşitîxwaz têde hene. Ez vana hemûyan yek bi yek silav dikim û wana pîroz dikim. Niha pirsgirêka Kurd li Lozanê veşartiye. Peyaman Lozanê li Swîsreyê pêk hatiye. Lidarxistina vê meşê ji ber avahiya NY ya li Cevreyê û heta Strasbourgê bi xwe peyamek e. Serok Apo hate Ewropa. Diyar kir ku dixwestin tekoşîna Kurdan binixumînin. Lê me ser vekir û em hatin Ewropayê û me diyar kir ku ev pirsgirêk bi aşitiyane çareser bibe. Lê welatên Ewropayê çi kirin, ew dîl girtin û radestê Tirkiyeyê kirin û pirsgirêkê kûrtir kirin. Ger heta niha pirsgirêka Kurd nehatibe çareserkirin, sedemê ew e ku girêya li Ewropayê hatiye girêdan, nehatiye çareserkirin. Ewropa û Amerîka naxwaze pirsgirêka Kurd çarser bike. Ew tu carî nikarin bi tena serê xwe li hemberî tekoşîna zadiya Kurdan li ber xwe bibin. Rojavayî li pişt wê hene. Ev sêzdeh sal in gelê Kurd li kolanên Ewropa û Tirkiyeyê bang dikin. Dibêjin em komploya navneteweyî ji holê rabikin. Ji bo vê yekê gelek şehîd çêbûn, gelek girtin pêk hatin Dîsa Rêber Apo bi berxwednax we ya bê hempa li hemberî îşkenceyê dike. Vîna ku nîşan didin vîna biratiyê ye. Divê êdî gelê Kurd li Serokatî, dahatû xwe xwedî derbikeve. Divê çarçoveyê de meş bi beşdariya mirovên me yên welatparêz, KON-KURD û weke din hene. Ev yek peyama gelê Kurd e. Em dixwazin ku Rojava êdî vê heqeqîtê bibîne. Gelê Kurd êdî li hebûn, serok û heqîqeta xwe xwedî derdikeve. Ev meşa hêja ya 18 rojan ji bo cîhanê peyameke girîng e. Dixwazin bidin diyarkirin ku gelê Kurd komployê qebûl nake. Ger komplo navneteweyî ji holê rabe, dê Serok Apo jî azad bibe."
ANF/ STONCKHOLM