Hevseroka KCD Aysel Tugluk bal kişand li ser hewildana qedexekirina Mitînga 14’ê tîrmehê ya ji aliyê Walîtiyê Amedê Mustafa Toprak ve hat qedexekirin û got ev helwest qet rewatiyek wê tuneye. Tugluk ev tişt lê zêde kir: “Gelê me dê xwedî li tekoşîna xwe ya birûmet derbikevin û dê vê qedexeyê jî derbaz bikin.” Tugluk aşkera kir ku AKP’ê weke ku di Newrozê de çêbûyî dê winda bike.
Hewildana qedexekirina Mitînga 14’ê tîrmehê ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve, ji hêla hevserokên KCD û BDP’ê duh saet di 13.00’an de li Amedê civîna çapemeniyê hat li darxistin. Hevserokên KCD û BDP'ê li ser qedexekirina mitînga 14'ê tîrmehê ev tişt gotin: “Ya derqanûnû ne mitînge helwesta dewletê bixwe ye. Biryara walî tu rewabûna wê tune. Em ê di 14'ê tîrmehê de bi gelê xwe re li qada Îstasyonê bin û tecrîda ku ev saleke li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin şermezar bikin. Ji derveyê azadiya Rêberê Gelê Kurd, tu tişt vî gelî îqna nake.”
Hevseroka KCD Aysel Tugluk diyar kirin ku walîtiyê di daxuyaniya xwe de îdiakiriye ku teblîka biryarê ji wan re nehatiye. Tugluk aşkera kir ku duh bi şev agahiya wan ji daxuyaniyê çêbûye û ev tişt anî ziman: “Em vê biryarê weke parçeyek ji tasfiyekirin û îmhakirina Kurdan dibînin. Kurdan li dijî van konseptan dest bi berxwedanê kirine. Tirsiyan ku dê ev vîn di mîtîngê de derkeve û hewildana qedexeyê kirin. Em bi nêzîkatiyekî klasîk û bitirs ya dewletê re rû bi rû ne. tê fêmkirin ku, AKP hesap dike ku dê bi hêza polîs û hêza dewletê berxwedana gelê Kurd bişkêne. Li aliyekê din jî tirsê jiyan dike. Dizanin ku nikarin gelê Kurd teslîm bigirin û bîatê jêre nakin hewil didin mîtîngê asteng bikin.”
Bang ji bo gel
Hevseroka KCD Aysel Tugluk balkişand ser polîtîkayên li hemberî û ev tişt got: “Li rexmî vê jî xwedî li azadiya xwe û vîna xwe ya siyasî derketine û her wiha li dijî zordestiyê berxwedane. Tenê tiştek heye, ew jî em û gelê me tekoşîna birûmet bilindkirine û berxwedana xwe berdewam kirine. Em qedexekirina rewatiya biryarê nasnakin.”
Aysel Tuglukê destnîşan kir ku, hikumeta AKP’ê di Newrozê de jî ketibû heman kêmasiyê û wiha berdewam kir: “Lê belê bi berxwedanekî gel ya bilind qedexeya Newrozê hate derbazkirin û bê wate bû. Di vê mitîngê de jî û di 14’ê Tîrmehê de jî gelê me dê vê bike. Rewatiyek danîna pêşiya vîna gel tuneye. Em li dijî vê gelê xwe vedixwînin helwest girtinê.”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî destnîşan kir ku ev saleke Dewleta Tirk nehîştiye ew tu şahî û mîtînga li darbixin û ev tişt got: “Çi dibe bila bibe em wekî partî em ê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Ev 13 sale Rêberê gelekî di hucreyeke yek kesî û betonî de tê îşkence û îzolekirin. Ev sûc e û ev bêexlaqiyeke mezin e. Heta Birêz Ocalan azad nebe em paşve gav navêjin. Em wekî gelê Kurd li hemberî tehdît paşve gav navêjin û em ne gelekî wisane ku paşve gav bavjin jî. Tu hêz nikare berxwedana gelê me bide rawestandin em ê di 14’ê tirmehê de li Qada Îstasyona Amedê xwedî li Birêz Ocalan derkevin.”
Înîsiyatîfa Gel: Tevlîbûna mîtîngê peywireke dîrokî ye
Însiyatîfa Gel ya Kurdistanê ji bo mîtînga 14’ê tîrmehê ya Amedê a “Ji bo Azadiya Berxwedana Demokratîk’ bang kir û wiha got: “Tevlîbûna mîtînga azadiyê berpisyarî û peywireke dîrokîye.” Înstiyatîfê diyar kir ku ji bilî azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu tiştekî nabihîzin û ev tişt hate gotin: “Êdî sebra me nema. Em êdî dixwazin rêberê xwe di nava xwe de bibînin.” Însiyatîfê di berdewamiya daxuya xwe de balkişand ser pêvajoya siyasî û ev tişt lê zêde kir: “Em pêvajoyek dîrokî de derabas dibin. Em wekî gelê kurd divê li hemberî vê pêvajoyê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî êrîşên topyekun, berxwedenake topyekun bidin meşandin. Di vê pêvajoyê de bi tevlibûna milyonan dê têkoşîna berxwedanê bê bidestxistin. Her wiha demeke ku herî zêde em bi rêber Apo re azad bibin ne. Rêber Apo di 35 salan de bê navber têkoşiyaye û berxwedaye. Ji bo gelê kurd û mirovahiyê qezenceke mezin bidest xistiye.”
Însiyatîfa Gel di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku baweriya wan ew e ku dê bi vê meşa xwe ya azadiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkênin û ev tişt hat gotin: “Bi vê wesîleyê divê ciwanên kurd, jinên azad yên Kurdistanê, berpirsyarî û mîsyona xwe bînin cih. Her wiha divê hemû kesên li gel azadî û aştiyê ne ji 7’an heta 70’ê berpiryariya xwe bînin cih. Bila zincirên faşîzmê bişkînin. Sebra me nema. Em dixwazin Rêber Apo êdî ligel xwe bibînin. Edî Bese An Azadî An Azadi.”
AMED