Li navçeya Qulpê ya Amedê di teqînekê de 5 kes miribûn. Li ser vê bûyerê, wezîrê karê derve yê dewleta Tirk Suleyman Soylu gotibû, min ferman daye fermandarê herêmê û jê re gotiye, "We ew zevt kirin, wan qetqetî bikin û ji bo bibe ibret, resmên wan nîşan bidin". Hevseroka IHD’ê Eren Keskîn jî li ser vê got, dewlet nikare wisa bibêje. Eren Keskîn li ser gotinên wezîrê karê derve got, "Dewleta Tirk li bin gelek peymanên navdewletî mohra xwe daniye. Soylu dibêje ‘Wan qetqetî bikin û resmên wan biweşîninʼ, ev gotin ji bo şiddetê bang in, li dijî demokrasî û mafê mirovan in. Em weke parêzvanên mafê mirovan her tim li dijî şiddetê ne, û her tim alîgirê aştiyê û çareseriyê ne. Eren Keskîn ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re peyivî û anî ziman ku heger bangên bi vî rengî li ser navê dewletê bêne kirin û vê dewletê îmzeya xwe li binê peymanên navdewletî danîbe, hingî pirsgirêkeke mezin heye. Gotina ‘qetqetî bikinʼ tê wê maneyê ‘êşkence bikin.ʼ Tê wê maneyê ‘bi saxî bigirin û bikujin.ʼ Tevî ku ev gotin li dijî qanûnên navxweyî û navdewletî ye jî divê neyê jibîrkirin ku dewlet be jî nikare êşkenceyê li dijminê xwe bike. NAVENDA NÛÇEYAN