
'Werin em di televîzyonan de niqaş bikin'
Mele Seîdê Xelatê bang li van kesan kir û wiha axivî: "Ez dixwazim ku ev kesên alim û zanyarên Kurd reş dikin werin tev li bernameyak zindî ya televîzoyekê bibin û em lihemberî cimhetê zindî niqaş bikin bê Sedîkê Kurdî Kurd e ya na. Seidê xelasê bang li hemû gelê Kurd kir û xwest bi derewên van kesan neyên xapandin û rastiya xwe û dîroka alimên xwe baş lêkolîn bikin û baweriyê ji van kesên derewan belav dikin nekin. "
'Kurd e û ji Nûrsê ye'
Seîdê Xelatê, destnîşan kir ku Seîdê Kurdî ji gundê Nûrsê ya Bedlîsê ya Kurdistanê ye û Kurd e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû Sulaleya wî ji Nûrsê ye. Ger ku kesên dijberî vê yekê îdîa dikin û dibêjin Seîdê Kurdî ne Kurd e, bila werin em biçin wan derxin pêşberî hemû gundiyên Nûrê û rûsipeye gund û bila ew sulaleya Saîdê Kurdî vebêjin. Ew jî dê bêjin bav û kalên Saîdê Kurdî bi hezar salan li Gundê Nûrsê mezin bûne û jiyana xwe derbas kirine. Mendiq û awil jî vê yekê dibêje. Lê kesên çavnebariyê dikin û xwedê mejiyê wan kor kiriye êdî nikarin rastiyê bixwînin."
DÎHA/AMED