Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo, diyar kir ku rêveberiya hevbeş di vê demê de riya herî durist ji bo çareseriya pirsgiêka Kurd û hemû pêkhateyên herêmê ye. Gedo, destnîşan kir ku proje bingeha xwe ji biratiya gelan û jiyana hevbeş digre û wiha got: ‘‘Ev proje bi tenê dikare pirsgirêkan çareser bike û destkeftiyên gelê Kurd biparêze.’’ Gedo, diyar kir hêzên îdia dikin ku gelê Kurd dixwazin Sûriyeyê perçebikin û dixwazin bi vê yekê gelê Kurd ji mafên wan ên rewa dûrbixin. Gedo, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew bi hemû awayî bi projeyê re ne, dê hemû xalên wê nîqaş bikin û nêrînên xwe li ser tiştên kêm bidin û projeyê temam bikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanî Ferhad Têlo jî da zanîn ku projeya Rêveberiya Demî gaveke cewherî û pir başe ji bo herêmê. Têlo,diyar kir ji ber ku hêvî û daxwazên gelê Kurd li derdora Federaliyê û xweseriya demokratîke, ev proje jî hêjaye ku nîqaş li ser bên kirin û wih got:‘‘Ev proje dikare bibe pergala rêveberiya Rojava di nava 3-4 salan de û li ser esasê dengdayînê bibe parlemanekî rêveberiya demî. Proje ya kîjan partiye dibe bila bibe pêwîste nebe cihê pirsgirêkê, da ku hin partî û hêzên siyasî ji projeyê ne tirsin.’’

Ji bo serkeftina projeyê xebat
Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Mistefa Meşayîx jî da zanîn ku di vê demê de herêmên Rojava rastî siyasetên koçberiyê tên û ji ber vê yekê projeya ku niha hatiye pêşniyarkirin dê rehetiyê ji gelê herêmê re çêbike. Meşayîx, diyar kir ku bi vê gavê wê gelê Kurd hîsbike ku hêza wî ya siyasî dikare rêveberiya herêmê bike û mafên gel biparêzin û wiha got: ‘‘Ev proje tu kesî paşguh nake, hêzên siyasî yên hemû netewan dikarin cihê xwe tê de bigirin û di serkeftina projeyê de cihê xwe bigirin.’’   
Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necim El-Dîn Mele Umer jî da zanîn ku xweseriya demokratîk û rêveberiya hevbeş tiştekî ferze ji bo rêveberiya herêmê di vê dema ku herêmên Rojava rastî siyasetên valakirinê tên û wiha got: ‘‘Biserxistina vê projeyê erkê hemû partiyên siyasiye, ji ber ku di vê projeyê de dê gelê Kurd dûrî pirsgirêkan bikeve. Di vê projeyê dê jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de pêşbikeve.’’

ANHA/QAMIŞLO