‘Di serdema AKP'ê de binpêkirin zêde bûn'
Komeleyê di daxuyaniyê de anî ziman ku, di serdema AKP'ê de hemû mafên rojnamegeran ji distê wan hatiye girtin û mafê civakê yê agahdariyê ji aliyê AKP'ê ve ji destê civakê hatiye girtin. ÇGD'ê, destnîşan kir ku civîna Serokwezîr Erdogan ya bi midûr û gerînendeyê giştî yê çapemeniyê re tu carî nayê qebûl kirin û wih got: "Sekokwezir bi vê fermanê xwest hemû çapemeniyêli gorî xwe araste bike. Xwest her kesî li gorî xwe firen bike û têxe bin kontrola xwe. Bêdengiya çapemeniyê ya li hemberî komkujiya Roboskiyê ya 13 saetan encama vê yekê ye. Di vê komkujiyê de ji 35 hemwelatiyan jê 19 zarokin. Çapemenî li hemberî vê komkujiyê 13 saetan bêdeng maye û komkujî veşartiye."
Zêdeyî 100 rojnameger girtî ne
ÇGD'ê destnîşan kir ku, her diçe hêjmara rojnamegeran zêde dibe û zêdeyî 100 rojnameger girtî ne û zêdeyî 10 hezar doz li wan hatiye vekirin. ÇGD'ê bilêv kir ku êdî doz û darizandin bûye wekî lîstika şano û qeyraneke. Meha Çile ne cejna rojnamegeran, bûye meha kuştina rojnamegeran. Di vê mehê de Ugur Mumcu, Metîn Goktepe û Hrant Dînk hatin qetilkirin."
ANF/ENQERE