Kawa diyarkir ku ev komkujî mina komkujiya Helepçe ye û wiha got: “Ez komkujiya Roboskî mîna Helepçe û enfalê şîrove dikim. Çawa ku li Barşûrê Kurdistanê li ser gelê me ji hêla rejîma Baas ve bomberabana kîmyewî pêk hat, li gûndê Roboskî jî ji hêla dewleta Tirk ve ew xortê me yê ku emrê wan ji 15 salî heya 20 salî bûn, ji hêla dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ev kesê ku ji bo jiyana xwe îdame bike serî li qaçaxçitiyê dane bûn qurbana listikek pir mezin.”
Kawa, da zanîn ku planê dewleta ji hêla gelê Kurda ve hat eşkerekirin û wiha berdewam kir: “Bê gûman rastiya ku ev kes ji hêla artêşa Tirk ve ketine kemîne îro ji hêla herkesî ve tê zanîn. Ev yek jî eşkere dike ku, ev komkujî di encama planekî pir berfireh hatiye çêkirin. Her çiqas dewleta Tirk xwe derveyî ve komkujiyê dibîne jî rastiya komkujiyê nikarî veşêre. Bêgûman rastiya vê komkujiyê gelê Kurd eşkere kir. Îro gelê Kurd gelekî pir politîze bûye. Ji ber vê yekê di zanebûna listikê li ser tên listin deye.”
Kawa, li ser yekîtî û tifaqa gelê Kurd jî rawestiya û xwest êdî gelê Kurd li hemberî hêzên serdest û dagirker yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Kawa, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê di bin navê çareseriya pirsgirêka Kurd de dixwaze hemû destkeftiyê gelê Kurd ji destê wan bigre û wiha pêde çû: "Pêwîstê yekîtiyek daîmî sasbike û ji bo yekîtiyek xurt ji her ve hêlê xebat bên meşandin. Pêwîste ciwanê dilê xwe ji bo azadiya welat danîne holê her roj reaksiyonê xwe bilind bikin.”
ÊRÎŞ QOSER - DÎHA/SILÊMANÎ