Xebatên mînak dike
El-Ezam diyar kir ku gelek şandeyan serdana kampê kirine û ji bo alîkariya koçberên Şengalê hewl dane ku bi rêxistinên Rojavayê Kurdistanê yên alîkariyan re bikevin nava kordînekirinê û wiha anî ziman: "Yek ji şandeyên ku hatin kampê şandeya Xaça Sor a Naventewî û komîteya wê ya Cinevre bû. Şandeyê di serdana xwe de diyar kir ku wan serdana gelek kampên koçberan ên cîhanê kirine, lê wan wekî rêveberiya kampa Newroz di aliyê lezbûna xizmetan de nedîtine. Rêxistina Bijîşkên Sînornenas a Navnetewî IRC, Rêxistian Hakted, Rêxistina PAO û gelek rêxistinên din alîkarî pêşkêş kirin û bi Komeleya Heyva Sor a Kurd û Rêxsitina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava re ketin nava têkiliyan."
El-Ezamn da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi karê yê li ser erdê li gorî zagonên demokratîk û xwedîderketina wê li koçber û welatiyan hebûna xwe bi awayekî aktîf li herêmê isbat kiriye. Hisên El-Ezam got ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Civaka Demokratîk bi hemû hêz û derfetên xwe yên madî û manewî xwedî li Şengalê derketin û bûn destê alîkariyê yê sereke ji bo alîkariya koçberan. El-Ezam bal kişand ser rola şendeyên ku serdana hikûmeta herêma Cizîrê kirine û got: "Şendeye Pêşmergeyên YNK'ê, şandeyên Parlementoya Alman û şandeyên Êzîdiyan ku serdana navenda hikûmeta Cizîrê kirin hemûyan bal kişandin ser rola aktîf a Rêveberiya Xweser li hemberî gelê herêmê û koçberan û kêfxweşiya xwe ji karê rêveberiyê re anîn ziman."
CIZÎR