
Pirtûka gerîla Bêrîtan Hîlal a bi navê 'Rojnivîsa Hevaltiyê' di 1'ê Adar a 2015'an de ji Weşanxaneya Aramê derket. Di hin rêzikan de Bêrîtan ji bo hevalên xwe wiha dibêje: "Zarokên welatê min ê winda; ji bo ku di demsala buharê de ez we bi bîr bînim, min xemên xwe ji bizotên agir re vegot. Bedewiya tava heyvê delaliya we anî bira min."
Bêrîtan li gundê Hîlal ê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê di sala 1983'an de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 1994'an de ji ber zordariya dewletê ya li ser gundê wan Bêrîtan li gel malbata xwe koçberî Başurê Kurdistanê dibe. Piştî sê salên penaberiyê di Tîrmeha sala 1997'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Bêrîtan, dema li gund dibistana pergalê dixwend, li wargeha penaberan jî dibistana Kurdi xwendibû.
'Ziman xwezayê balkêşe'
Berîtan di pirtûka xwe de heskirian xwe ji bo xwezayê wiha tîne ziman: "Ez pir ji xwezayê hez dikim. Bi qasî ku bi mirovan re dipeyîvim dixwazim bi xwezayê re jî bi peyîvim. Ji ber ku zimanê xwezayê gelek caran ji yê mirovan balkêştire. Yê ku zimanê jiyanê û xwezayê fêr nebe wê weke gulekê biçilmise û di nava rastiya dayîka xwezayê de winda bibe."
'Êşan şûştî berdide nava dilê me'
Bêrîtan dema ku rojekê li ber darê runiştî û nivîsek dinivîsî wê demê baran dibare, weke ku bi baranê re dipeyîvî wiha dibêje: "Dema ku min hestên xwe li ser vê rûpelê dida meyandin; ji ezmanan jî hêdî hêdî baran dibarî. Her dilopek baranê xwe bi mijûlangê çavên me digire û aramiyek ji derd û êşan şûştî berdide nava dilê me. Weke ku baran jî bêje: 'Berdêlên giran yên şoreşê pîroziyeke dîrokî afirandiye.'"
'Zarokên welatê min ê winda'
Weke ji navê wê jî diyare Rojnivîska Hevaltiyê ya Bêrîtan bi hezkirin û bêrîkirinên wê yên ji bo hevalên wê hatiye dagirkirin. Girêdana Bêrîtan ya bi hevalên wê Zîlan û Sarya re minaka hevaltiya herî bedew e. Hinek ji rêzikên Bêrîtanê yên li ser van hevalên wê wiha ne: "Zarokên welatê min ê winda; ji bo ku di demsala buharê de ez we bi bîr bînim, min xemên xwe ji bizotên agir re vegot… Bedewiya tava heyvê delaliya we anî bira min. Heyv û stêrka min Zîlan û kulîlka min Sarya… Bi hevalên weke we re parvekirina jiyanê bi destê her kesî nakeve."