Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Herêmên Derya Reş û Hezerê yê Rûs Vlademir Zaxarov pêşketinên li Rohtilata Navîn, rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, hevdîtinên di navbara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de û mudexelaya Amerîka ya Rojhilata Navîn nirxand. Zaxarov di nirxandina xwe de da diyarkir ku planên li ser Rojhilata Navîn tên meşandin hemû li pişt okyanûsê ten amadekirin.

Zaxarov di nirxandina xwe de da girtina Ocalan bêhêziya Tirkiyeyê dide nişandan.
Zaxarov di nirxandinê de da zanîn ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye famkirin û got: “Rewşa niha li Kurdistanê heye û tiştên ku li ser gelê Kurd tên meşandin li ser mirovatiya cîhanê şopek mezin dihêle û bi herkesi dide famkirin ku pêwîste ev pirsgirêk êdî were çareserkirin. Pirsgirêk hîn bi awayekî aşkere li holê sekiniye. Serokê DYA'yê di van rojên dawî de daxuyaniyek da û ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku, hevdîtinê bi Ocalan re bidomîne. Ev jî aşkere dike ku rola Abullah Ocalan a siyasî ji hêla van ve tê famkirin ku çi ye. Girtin û mehkûmkirina Ocalan bi awayekî pir aşkere bêhiziya Tirkiyeyê nişan dide. Devleta Tirk bêhêz e û nizane ka wê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike. Herdem dewleta Tirk xwestiye bi rêbazen xwe vê pirsgirêkê çareser bike. Lê gelê Kurd van rêbazan napejrîne. Tiştên îro li Tirkiyeyê diqewimin, careke din diyar dike ku ne tenê gelê Kurd piştgiriya parlementerên Kurd dike, gelên din yê di nav sinorê Tirkiyeyê dijîn jî piştgiriyek mezin didin wan.  Ji berê vê nerîna min ew e ku, dê zû dereng rojekê dewleta Kurd di nexşeya cîhanê de cihê xwe bigre.”

'Ji bo Ocalan ya girîng azadiya gel e'

Li ser hevdîtinê di navbera dewleta Tirk û Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin Zaxarov wiha axifî: “Hevdîtinên bi Ocalan re dest pê kirine tiştekî pir baş e. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk jî famkirye ku Ocalan bi îrade ye û temsîla îradeya gelê Kurd dike. Gelê Kurd jî li Ocalan guhdar dike û gotinên wî pêk tîne. Bêgûman mirov niha nizane di navbera her du milan de çi tê nîqaşkirin lê bêgûman dewleta Tirk dixwaze Ocalan hinekî nerm bike û hewil bide ku gava paş ve pê bide avêtin. Ev yek asayî ye di hevdîtinan de tiştê wiha çêdibin. Lê bûyerên di van salên derbasbûyî de dan diyarkirin ku Ocalan xwedî îradeyek mezine û xwedî prensîb e. Di pirensîbên xwe de jî ti cara gava paşve navêje. Ocalan ti caran prensîbê xwe naxe mijara nîqaşê lê ew azadiya gelê xwe dixe pêşiya azadiya xwe.”

'DYA wê beşdarî hevdîtinan bibe'

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Herêmên Derya Reş û Hezerê Zaxarov li ser pozisyona Amerîkayê di hevdîtinên di navber dewleta Tirk û Ocalan de tên meşandin jî ev nirxandin kir: “Haya Amerîkayê ji van hevdîtina heye û nefermî beşdar dibe. Ez bawer im ku DYA jî wê têkeve nav pêvajoya hevdîtinên bi Ocalan re. Ne şerte ku aşkere beşdarî hevdîtinan bibe, wê veşartî beşdar bibe. Lê li gor nerîna min mijara avakirina Kurdistanê ne mijareke xeyali ye, wê pêk were û hertişt ber bi wê ve diçe."

'Kurd alîgerê gelê Sûriyeyê ne'

Li ser têkîliyê di navbera Kurdên Rojava û rejîma Şamê de jî Zaxarov wiha axifî: “Kurdistan ji milê çar dewletan ve hatiye perçekirin. Ji van dewletan, Kurdên li Sûriyeyê dijîn li herêma bakûre Sûriyeyê ne. Tekîliyê di navbera rejîma Esad û Kurdan de zêde ne hişk e. Kurdên li bakûrê Sûriyeyê dijîn di pozisyoneke 'ne dijî rejîmê ne jî dijî muxalifetê' de ne. Bêgûman ev pêwîste wek piştgiriyekê ji projeya Rojava re neyê dîtin. Rastî ew e ku Kurd milê gelê Sûriyeyê digrin.”
Zaxarov li ser pevçûnên di nav Sûriyeyê de jî got: “Şerê niha li Sûriyeyê tê meşandin şerê di navbera Rojhilat û Rojava de ye” û wiha pede çû:  “Her kesî digot piştî Sûriyeyê dê dor  were Îranê, lê kesî hêvî nedikir ku  Sûriyeyê hewqasî li ber xwe bide. Sûriyeyê ne ji rêzê ye. Ji neyarê xwe re da nişandan ku ew wek guzek hişk li ber xwe dide û zû bi zû naşike. Hêzên ku niha di nav axa Sûriyeyê de li beramberî rejima Sûriyeyê şer dikin hemû hêzên derve ne. Ji ber ku hêzên niha şer dikin hemû bi piştgiriya derve xwe li ser piyan digrin. Ger piştgiriya derve nebûya niha ji zû ve şikestibûn. Ev hêz qasî beramberî rejimê disekinin û şer dikin ewqas jî naxwazin Kurd li herêmê bibin xwedî statû. Ji ber ku yê piştgiriyê didin wan naxwazin Kurd bibin îrade, ji ber ve yekê ew jî naxwazin.”
Di nirxandinên xwe de Zaxarov da diyarkirin ku Rojava şerê ku li Rojhilata Navîn dane meşandin hemû wenda kirine û got: “ Niha cihana Îslamî hêdî hêdî perçe dibe. Demekê Amerîka ji bo berjewendiyên xwe yê herêmê biparêze piştgirî dida hin Misilmanan. Lê Amerîka di pêkanîna van planên xwe de encam negirt. Niha jî dixwaze piştgiriyê bide hin Misilmanên cûdatir û bi stratejiyek nû ve dixwaze  berjewendiyên xwe misoger bike. Ger Amerîka bi vê plana xwe bi ser bikeve wê demê dikare bandora xwe li herêmê bidomîne. Ji ber ku têgihiştina Rojhilat û Rojava ne wek hev e, dê ev plan pêk neyên. Rojava hemû şer wenda kirine. Di warê exlaqî de jî heya dawî di nav bêexlaqiyê de dijîn.”

Şerê Cîhanê yê 3'emîn...

Zaxarov da diyarkirin ku Amerîka amadekariya şerekî dijî Îranê dike û got: “Amerîka îro hêdî hêdî amedekariya şerekî dij Îranê dike.  Li gor nerîna min ev şer wê merheleya aktiv ya şerê cîhanê yê sêyemîn be. Ji ber ku ev şer wê ne tenê şerê di nav bera Amerîka û Îranê de be. Wê hemû cîhan tevlî vî şerî bibe.”
Li ser dagirkeriya Amerîka ya Rojhilata Navîn Zaxarov got: “Ev bûyerên di van du salên dawî de pêk hatin, demek dirêje li pişt okyanûsê hatin amadekirin û plankirin. Ji ber vê yekê kes nikare bêje ev bûyerên ku diqewimi hayê Amerîka jê nîne. Ji ber ku her roj dolar qîmetê xwe wenda dike ev yek ji bo aboriya Amerîka darbeyek pir mezin e. Ev yek hebûna dewleta Amerîka jî dixe bin xeteriyê. Ji ber ku Amerîka bi aboriya xwe heye, dewleta xwe bi aboriya xwe ava kiriye. Ji ber vê yekê ji bo Amerîka wenda neke pêwîste hinek tiştên awarte pêk bîne. Ev şerê ku li Rojhilata Navîn derdixe jî sedema xwe eve. Mînak Qedafî ti cara dijminantiya Amerîka nekir heya mirov dikare bêje dostê Amerîkayê bû. Lê Qedafî tiştekî wiha pêk anî ku Amerîka ti carî jê hêvî nedikir. Qedafî da diyarkirin ku dê dinarê zêrîn derxe û li cîhanê belav bike. Bi vê daxuyaniya Qedafî Amerîka şaşwaz bû. Ji ber ku li ser riyê erdê ti pere ji wê qaxiza kesk binirxtir nebû. Ji bo vê jî bi hincetê cûda Qedafî ji holê rakirin. Piştî Qedafî ji holê rakirin û şûn ve lê meyzandin ku kes ji wan re nabêje hûn ji Rojhilata Navîn çi dixwazin ji ber vê yekê ev pêla xwe ya dagirkeriyê berdewam kirin. Bi vê rêbazê xeteriya li ser dolara xwe ji holê rakirn.”
Di dawiya axaftina xwe de Zaxarov da diyarkirin ku ji niha ve Amerîka dest bi amedekirina şerekî li dijî Îranê kiriye û got: “Îro Amerîka dixwaze li Rojhilata Navîn dewletên Îslam û Îranê bera hev de. Amadekariyê vê jî bi senaryoyên cûda cûda daye destpêkirin. Mînak ji beriya çend roja hat gotin ku çend sîxûrê Îranê li Erebîstana Siûdî hatine girtin û van kesana di nav amadekariyê çalakiyeke li dijî baylozê wê de bûn. Lê derket holê tiştekî wisa nîne. Ev hemû çîrok in.  Ji ber çi li Erebîstana Siûdî tiştekî wiha çêdikin ji ber ku monarşiya Siûdî û Qetar jî rojên xwe yê dawî dijîn. Her wiha wan xwe bi temamî firotiye Amerîka ji ber vê yekê îro Amerîka çi bixwaze bi wan dide kirin. Îro li Rojhilata Navîn gelê ku Amerîka nikare bikire gelê Kurd e. Amerîka ji bo gelê Kurd bikire çi ji destê wê hat kir. Lê hemû xiyalê Amerîka têk çû bi ser neket. Ji ber vê yekê dema gelê Kurd bibe xwedî welat û di welatê xwe de azad bijî ezê pir keyfxweş bibim. Ji ber ku li ser rûyê wê erdê gelek êş û tirajediyên pir mezin jiyan. Azadî û di welatê xwe de bijîn, wek her gelê mafê wan yê xwezayi ye.”  

ANF/MOSKOW