Bi fermana 9'emîn Dozgeriya Komarê ya Stenbolê li 7 bajaran di 20'ê kanûnê de li dijî buroyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Etîkê, Rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, Kovara Modernîteya Demokratîk û Şîrketa Belavkariyê ya Firatê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 48 kedkarên çapemeniyê hatibûn binçavkirin û jê 35 kes bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "rêveberên rêxistinê ne" hatin girtin. Di lêpirsîna dozgeriyê de detayên balkêş derketin holê.
Dozgeriyê ji Xwediyê Îmtîyazê yê Kovara Modernîteya Demokratîk Omer Çîftçî pirsa "Çavkaniyên te çine?" hate pirsîn. Dozger îdîa kir ku têkiliya kovarê bi PKK'ê re heye û lêçûna kovarê ji aliyê PKK'ê ve tên temînkirin. Dîsa axaftinên xebatkarên kovarê yên bi telefonê jî hate pirsîn. Di lêpirsînê de şahida nepen Cemîle îdîa kir ku Çîftçî nûnerê Ciwanên Welatparêz û Demokratîk ê Edîrne û Marmarayê ye. Li gel ku şahida nepen Omer Çîftçî nasnadikir û Çîftçî li ser îdîaya Cemîle hate girtin.

'Çima telefona xizma te li cem te heye?
Di girtekên der barê Hamza Surmelî yê ku serbest hate berdan de îdîayên balkêş hatin ziman. Dozger pirsa "Çima telefona xizmê te bi tere heye? Ji ber ku telefona malbata Girtiyê Girtiyê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê Yusuf Dayan derket wekî "têkiliya bi rêxistinê" nirxand. Surmelî anî ziman ku ew û Yusuf Dayan xizmên hevin û telefona wî bi awayekî xwezayî li cem wî heye.

'Tapeyên pirtûkên hatine çapkirin jî heye'
Dozgeriyê di lêpirsînê de tapeya pirtûka ku hatiye çapkirin jî ji nûcegîhanê DÎHA'yê yê berê Îsmaîl Yildiz pirsî. Li gorî şahidê nepen hate îdîakirin ku di sala 2001'an de Yildiz li qada çoltarê bû. Hate îdîakirin ku Yildiz di salên 2000-2001'an de li Meletiyê xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê meşandine. Dîsa pirsa li ser gotubêja Funda Danişman û Rojin Canan a li ser ciwanên Kurd hatiye kirin û di pirtûka "Ne wekî hûn dizanin" hate pirsîn. Pirtîk di meha hezîrana borî de di weşanxaneya Metisê de hate çapkirin.

'Şahidê nepen bersûcan nasnake'
Şahida nepen Bahar jî der barê nûcegîhana Bîrgunê Zeynep Kuray de îdîa kir Kuray di DÎHA'yê de dixebite. Li gel ku Kuray bi dehan caran got 'Ez di DÎHA'yê de naxebitim" jî dîsa guhdar nekir. Parêzeran diyar kir ku şahida nepen Zeynep Kuray nasnake û tenê li ser gote gotan ev îdîa hatine amadekirin.


KENAN KIRKAYA / PERVİN YERLİKAYA - DÎHA/STENBOL