Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM)  û Rêxistina Yekîtiya Star derbarê komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivskî weşandin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:  “Ev 15 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî di nava tecrîdeke zehmet, bê ku tu pîvanên mafê mirovan hebe dijî. Gelek Hêzên navnetewî û herêmî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi hêz û derfetên mezin komployek  li dar xistin û rêberê gelê Kurd dîl girtin radestî hikûmeta Tirkiyeyê ya ku tu carî hebûna gelê Kurd qebûl nekiriye kirin.”

Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya Kurdan temsîl dike û wiha hat gotin: “Rêberê Gelê Kurd Ocalan yê ku temsîla îradeya gelê Kurd dike, nexşeriya çareserkirina alozî û pirsgirêk herêmê pêşkêş kir. Lê hikûmetên Tirkiyeyê yên li pey hev, her wiha hêzên sermayedar her dem, li ser tunekirina Kurdan bi îsrare bûn. Tecrîdê û qedexekirina hevdîtina parêzeran bi Ocalan re, her wiha bi şîdet û tecrîdê dixwazin siyasetên xwe yên teslîmkariyê, li ser rêveberiya Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ferz bikin û li ser vê bingehî tecrîd zêde kirin. Her wiha ji aliyeke din operosyonên leşkerî li dijî şervanên Kurd û binçavkirn li dijî çalakvan û siyasetmedarên hilbijartî yên Kurdan û nûnerên wan zêde kirin. Lê ji ber berxwedana li Îmraliyê ku Ocalan dide meşandin û helwestên wî yê dîrokî di nava têkoşîn û berxwedanê de, her wiha hevgirtina gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê bi Ocalan re dide nîşandan ku ew ne temsîla rêbertiya parçeyeke Kurdistanê dike, ew sazmanê fikir û şaristaniya demokratîk û azad e.  Sembola aştiyane û temsîla vîna serbixwe û biratiya gelane dike. Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêka Kurdane.”
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de komplo şermezar kir û bang li hemû gelê Kurd kir ku xwedî li rêbertiya xwe derkevin û wiha berdewamî da daxuyaniyê xwe: “Em wek TEV-DEM'ê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û plana navnetewî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku di riya çalakiyên xwe de, helwesta xwe ya li dijî komployê nîşan bide.”
TEV-DEM'ê bal kişand li ser şoreşa bihara gelan ya li Sûriye û Rojhilata Navîn jî û di dawiyê de wiha hat gotin: “Tevî şoreşên bihara gelan yên li Rojhilata navîn û geşedanên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî, lê bê ku pirsgirêka gelê Kurd bi temamî çareser bibe, tucarî azadî li herêmê çênabe. Ji xwe pirsgirêka Kurd jî ber ku Ocalan nûnertiya îradeya gelê Kurd a azade  dike, bêyî Ocalan ne mumkîne tucarî çareser bibe. Em hêvî dikin ku pêşwaziya me ji salavegera 15’an ya komploya 15'ê Sibatê bibe sala çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya Ocalan û çanda biratî û wekheviyê ji nû ve li Kurdistan û Rojhilata Navîn geş bibe.”  

Yekîtiya Star:Komplo li dij jinan bû

Rêxistina Yekîtiya Star di salvegera komploya 15’ê sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdala Ocalan pêkhatibû. tevî ku  kete sala xwe ya 14’an de, hîn tecrîd û tundiya bi hemû awayî li dijî gelê Kurd û pirsgirêka wî di kesayeta Rêberê Gelê Kurd tê kirin. Tundî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan gihişte asta îşkenceya piskolojîk û cesedî, ji aliyeke din li ser siyasetmedarên Kurd li bakûrê Kurdistanê siyaseta binçavkirinê hate kirin, li ser gerîlayên Kurda jî operosyon destpêkirin, Kurdên li Ewropayê jî ji êrîşan bê par neman û herî dawî 3’ê siyastmedarên jin hatin qetilkirin.”
Yekitiya Star di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê komên çekdar yên çete, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin destek kirin û êrîşî gel kirin, ji bo wê em bi tundî Komploya Navnetewî ya ku li dijî hebûna Kurdan şermezar dikin. Her wiha em bi vê boneyê hemû şehîdên ku agirê azadiyê, bi armanca valaderxistina komployê  berdabûn canê xwe û girêdana xwe bi kesayeta Rêberê Gelê Kurd Ocalan nîşandan bi bîrtînin û bejna xwe ji bo wan ditewînin.”  
Yekîtiya Star diyar kir ku, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan di heman demê de li dijî jinane û wiha hat gotin: “Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hatiye, li dijî azadiya jinan jî, Rêber APO bi rengekî hestiyar nêzî pirsgirêka jian dibû û bingeha azadiya jinan di hemû pirsgirkên herêm de kiriye asas. Ji pirsgirêkên heyî re nexşeyên çareseriyê yên durist ku li himber şaristaniya dewletî ya navendî ku wê karibe mirovahiyê ji zilm û tundiya hêzên dîktator yên ku îdiaya demokrasiyê û mafê mirovan dikin biparêze. Komplo li dijî hemû netewên rojhilata navîn bû ku Rêberê Gelê Kurd ji Sûryeyê derneketiba wê şereke mezin li pey xwe hiştibaya.”
Yekîtiya Star bal kişand li ser bûyerên ku niha li herêmê dibin û geşedanên ku tên jiyan kirin dazanîn ku, bi dawîkirina komploya li ser gelê Kurd tê wateya xelaskirina gelê herêmê ji tundiyê û wiha got: “Di dema ku herêm rewşeke tevlihev jiyan dike, li himber hêzên şofînist yên herêmê, li sîstemeke alternatîv digere, hêzên pîlanger bi belavkirina jehra xwe ya desthiladariyê, di nava tevgerê muxalefetê de û nîjatperestiya xwe li dijî Kurdan aşkere dikin. Di heman demê de tecrîda di hindirê tecrîdê de, li ser Rêberê Gelê Kurd zêde dikin û dixwazin bi vî awayî teslîmkariyê li ser ferzbikin, her wiha têkiliyê rêbertiya me bi derve re bibirin û bi taybet ji şoreşa Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê dûrbixe.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo ku em karibin komployê vala derxin. Erkê her Kurdê bi rûmete ku berxwedana xwe ya li dijî zilm, tundî û îxanetê dengê xwe bilind bike. Bila her kes bizane ku bidawî kirina komploya li ser gelê Kurd tê wateya ku rizgarkirina hemû gelên herêmê ji qonaxa şîdet û wêranyê ye. Li ser vî esasî em di Yekîtiya Star de bang li jinan, ciwanan, rewşenbîr, hiqûqnas û hemû gelê Kurd dikin ku xwedî li Ocalan derkevin û li dijî komployê helwesta xwe nîşan bidin û tecrîda Îmraliyê bi dawî bikin heta Ocalan azad bibe.”

 ANF/QAMIŞLO




Ji  Gaziyên Kurd peyama şermezariyê


Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê ya Ewropayê di 15’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, hêzên komploger careke din şermezar kir.
Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku, ev komplo di şexsê Ocalan de li hemû Kurdistanê hatiye kirin û wiha got: “Dewleta Tirk û  dewletên emperyalîst yên aqil didin wan  aştiyê naxwazin.”
Gaziyên Kurditanê da zanîn ku, dîroka dewleta Tirk di heman demê de dîroka komplogerane û diyar kir ku, herî dawî li Parîsê di 9’ê Çileyê de li 3 jinên şoreşger yên Kurd ji bo pêvajoya aşatiyê ya ku Ocalan daye destpêkirin vala derxînin qetilkirin. Di dawiya daxuyaniyê de hate detnîşan kirin ku, ew wekê gaziyên Kurdistanê yên Ewropayê heta ku Ocalan azad nebe dê xebatên xwe bidomînin û hate diyarkirin ku, ‘Bê Serok Apo tu carî aştî pêk nayê.’

BRUKSEL